Nêrîna welatiyên Tirkiyê li ser hilbijartina pêşwext

01-12-2021
Omer Sonmez
Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de eger û gotegotên li ser hilbijartina pêşwext didomin
Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de eger û gotegotên li ser hilbijartina pêşwext didomin
Nîşan Tirkiye Hilbijartina Pêşwext
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li Tirkiyê gotegotên li ser hilbijartina pêşwext dîsa tê rojevê û Krîza aborî û bênirxbûna lireyê Tirkî hikûmetê dixe tengasiyê. Di şertên asayî de hilbijartin di Hezîrana 2023yan de ye.

Di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de eger û gotegotên li ser hilbijartina pêşwext didomin. Mixalefeta Tirkiyê bi sedema ku krîza aboriyê kûr dibe û nirxê lireyê Tirkî li beramber diravên biyanî dadikeve daxwaza hilbijartina pêşwext dikin. Bi daxwaza hilbijartina pêşwext CHP û HDP dest bi mitîngan dikin. Her çiqas krîza aborî û bênirxbûna lireyê Tirkî hikûmetê bixe tengasiyê jî, desthilat bi tundî li dijî hilbijartinên pêşwext derdikeve.

Li gorî hin rapirsiyan li Tirkiye û bakur ji sedî 55ê dengdêran hilbijartina pêşwext dixwazin. Li gel ku beşekî welatiyan bi sedema krîza aboriyê daxwaza hilbijartina pêşwext bikin jî beşekî welatî didin zanîn ku divê hilbijartin di dema xwe ya asayî de bê kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê ji welatiyan pirsî: “Li gorî te egera hilbijartina pêşwext heye? Tu dixwazî hilbijartina pêşwext çêbibe yan na? Û ji bo çi?”

Akademîsyenê malnişîn Îsamîl Yavuz Sezen got: “Ez li bendê me ku di zûtirîn dem de hilbijartina pêşwext çêbibe. Lê belê ez nafikirim ku hilbijartinekê pêşwext çêbibe. Li gorî min dema hilbijartina pêşwext çêbibe wê rêveberiya welêt biguhere. Bi ya min wê rêveberiya nû rewşa aboriyê sererast bike û wê rewş baş bibe.”

Welatî Serap Asil jî got: “Ez li benda hilbijartina pêşwext im. Lê li gorî qenaeta min wê desthilat neçe hilbijartina pêşwext. Lewra ew bi xwe jî dizane rewşê. Divê êdî demildest her tişt biguhere. Lewra rewşa heyî xirab e. Êdî însan nizanin çi bikin. Em di rewşekê xirab de ne. Her kes di rewşekê xirab de ye. Ji ber wê her kes li benda hilbijartinê ye.”

Welatiya malnişîn Ozlem Demircjî wiha axivî: “Divê hilbijartina pêşwext çêbibe. Lewra her diçe rewşa me xirab dibe.Ji bo me baş nabe. Ji ber bihabûnê divê hilbijartina pêşwext çêbibe. Ez malnişîn im û mûçeyeke kêm digrim. Divê 5 milyar mûçeya malnişînê bidin. Lê nikarin bidin.”

Di bersiva xwe de welatiya malnişîn Fatma Aslan jî got: “Li gorî min hilbijartina pêşwext wê çênebe. Jixwe serokkomarê me bi zelalî dibêje wê hilbijartina pêşwext çênebe. Şirîkê wî brêz Bahçelî jî hilbijartina pêşwext qebûl nake. Ez hilbijartina pêşwext naxwazim. Dixwazim desthilat maweya xwe ya 5 salî temam bike. Divê projeyên xwe jî temam bikin. Heta encam dernekevin holê divê hilbijartina pêşwext çênebe. Ji loma ez rast nabînim.”

Welatî Atalay Akın jî got: “Hilbijartina pêşwext mimkun nîne. Bila kes vikûvala neaxive. Her tişt xweş e û tiştên xweş jî Ak Partî çêdike. Tiştekî ku bibe pirsgirêk tune ye. Hêzên mezin, Amerîka çawa bi tiran çek dide terorîstan wisa jî bi xaînên di nav me de daristanan da şewitandin. Dîsa jî sedemê bihabûna jiyanê ew in”

Hemû mixalefet daxwaza hilbijartina pêşwext dikin. Bo hilbijartina pêşwext CHP û HDP dest bi mitîngan dikin. Hin rapirsî: Ji sedî 55ê dengdêran hilbijartina pêşwext dixwazin.

Rêjeya dengên Tifaqa Cumhur û Tifaqa Miletê nêzî hev in. Tifaqa Cumhurê daxwazên opozîsyonê red dike. Divê herî kêm 360 parlamenter hilbijartina pêşwext erê bikin. Îdia: Eger heye hilbijartin di Hezîrana 2022yan de bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst