Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Stenbolê li hev rûniştin.
Li gorî daxuyaniya ku Serokatiya Pêwendiyan a Serokkomariya Tirkiyeyê daye, “pêwendiyê Îraq û Tirkiyeyê û mijarên herêmî û cîhanî” hatine nirxandin.
Erdogan daxuyand, “Rêxistinên terorê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Îraqê metirsî ne.”
Recep Tayyîp Erdogan got ku “gavên erênî yên Îraqê yên li hemberî PKKyê “ Tirkiyeyê memnûn dikin.
Serokkomarê Tirkiyeyê anî zimên ku di navbera her du welatan de pêwendiyên dîrokî û çandî hene û bipêşxistina pêwendiyan û nirxandina derfetên hevkariyê yên wekî Rêya Bipêşketinê dê gelek sûdan bigihîne her du welatan.
Erdogan amaje pê kir, “Êrişkariya Îsraîlê ya ku li herêmê roj bi roj berbelav dibe hem ji bo aştiya herêmê û hem ji bo ya cîhanê gef e.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Stenbolê li hev rûniştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 1, 2024
📸 Serokkomariya Tirkiyeyê pic.twitter.com/14Z6MdQkvm
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse