Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sakaryayê ya Tirkiyeyê apekî ji ber mirîşkan du biraziyên xwe dan ber guleyan.
Bûyerê li navçeya Arîfiyeyê ya Sakaryayê rû da.
Li gorî nûçeya ÎHAyê, mirîşkên Y.K. ketina hewşa biraziyên wî H.K. û Î.K. û êmê dawarên wan belawela kirine.
Piştî wê ap û biraziyên wî pev çûne.
Piştî ku pevçûn mezin bûye Y.K. her du biraziyên xwe bi çifteyê birîndar kirine û ji cihê bûyerê reviyaye.
Birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin û li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse