Peyamek ji Ahmet Ozer heye: ‘Karê xwe bikin’

01-11-2024
RÛDAW
Nîşan Prof. Dr. Ahmet Ozer CHP DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya navçeya Esenyurtê ya Stenbolê Prof.Dr. Ahmet Ozer ku bi tohmeta “endamtiya PKKyê” hat girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin ji girtîgehê peyamek şand.

Serokê Şaredariya Esenyurtê ya CHPyê Ahmet Ozer roja çarşemê hat desteserkirin û piştî kar û barên yasayî bi hinceta “endamtiya PKKyê” ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Her wiha bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.

Karvedan û nerazîbûnên aliyên siyasî yên li dijî girtina Ozer û tayînkirina qeyûm a li şûna wî didomin.

Roja pêncşemê bi pêşengiya CHP, DEM Partî û hejmareke zêde ya xelkê û endamên sazî û rêxistinên civaka sivîl li Meydana Esenyurtê mîtîngeke mezin a nerazîbûnê hat sazkirin.

"Divê welatî qet mexdûr nebin"

Serokê CHPyê Ozgur Ozel di mîtîngê de peyama Ahmet Ozer a ji girtîgehê xwend:

“Gotina min a yekem ew ku personel û hevalên me bi 4 destan karê xwe bikin.

Divê welatî qet mexdûr nebin. Ez dê bi awayekî bihêztir derkevim û ji cihê ku mayî di xizmetên xwe de berdewam bim.”

Di hilbijartinên 31ê Adara 2023yan de Ahmet Ozer di çarçoveya stratejiya DEM Partiyê ya lihevkirina li bajaran de bi rêjeya ji sedî 49ê dengan wekî Serokê Şaredariya Esenyurtê yê CHPyê hat hilbijartin.

Ozer 30ê Çiriya Pêşînê 2024an hat desteserkirin û piştî kar û barên yasayî bi hinceta “endamtiya PKKyê” hat girtin.

Herwiha piştî rojekê jî li şûna wî Alîkarê Parêzgarê Stenbolê Can Aksoy wekî qeyûm hat tayînkirin.

Yek ji hincetên girtina Ozer jî ew bû ku di serdema pêvajoya aştiyê de di civîneke li Îmraliyê de navê wî hatiye pêşniyarkirin ku sûdê bigihîne pêvajoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst