Kê li ser girtina Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm çi got?

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hezaran kes li ser banga CHP û DEM Partiyê ji bo nerazîbûna li dijî girtina Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer a bi tohmeta PKKyê û tayînkirina qeyûm a li şûna wî ber bi meydana Esenyurtê ve herikîn.

Serokê CHPyê di mîtînga nerazîbûnê de li dijî tayînkirina qeyûm banga hilbijartinên pêşwext li Erdogan kir.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel bang kir û got:

“Hewl nede ew tiştên di eqlê te de derbas dibin bi piyon û celadên xwe bidî kirin.

Eger tu wêrek bî jixwe kêr gihaye hestî, nereve û derkeve hemberî me. Em ji bo hilbijartinan amade ne.”

Ahmet Ozer 31ê Adara îsal bi stratejiya lihevkirina li bajaran a DEM Partiyê bi beşeke zêde ya dengên Kurdên li Esenyurtê bû şaredar.

Girtina Ozer di demekê de ye li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîqaşên aştiya navxwe û pêvajoyeke çareseriyê jî tên kirin.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmoglullari

“Ew behsa aştiya navxwe dikin ne wisa?

Belê bi rastî jî pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştiyeke navxwe heye.

Baş e we çi ji şaredariya Esenyurtê xwest ku aştiya xwe ya navxwe û lihevkirina li bajaran pêk aniye?

We çima ew ji kar dûrxist? We çima li ser Serokê Şaredariyê operasyon kir?

Ma venagarin rûyê we û napirsin hûn behsa kîjan aştiya navxwe dikin?

Îro li ser aştiya we ya navxwe û lihevkirina we operasyon hat kirin.”

Yek ji hincetên girtina Ozer jî ew bû ku serdema pêvajoya aştiyê di civîneke li Îmraliyê de navê wî hatiye pêşniyarkirin ku sûdê bigihîne pêvajoyê.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî anî ziman:

“Eger tenê ji ber ku hinekan fikiriye dikare sûdê bigihîne pêvajoya çareseriyê, em Serokê me Ahmet Ozer wekî terorîst qebûl bikin?

Ji bo Xwedê ew berpirs û karmendên dewletê yên ku pêvajoya çareseriyê da destpêkirin em dê çi li wan bikin?

Belê tişta ku dikin ji bilî parastina desthilata xwe ya ku heta qirikê di nav gendelî û bêhiqûqiyê de maye ne tiştekî din e.”

“Bi awayekî demkî ji erk hatiye dûrxistin”

Ji Serokê ÎYÎ Partiyê jî dengê nerazîbûnê li dijî tayînkirina qeyûm hat.

Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu jî da zanîn:

“Ez li kû derê be bila bibe li dijî tayînkirina qeyûman im.

Ji ber ku divê heta dawiyê hiqûq were bicihkirin.”

CHP hemû tohmetên derbarê PKKyê û îdiayên li dijî Ahmet Ozer de red dike û wan wekî hincet ji bo tayînkirina qeyûm dibîne.

AK Partî jî dibêje eger ew îdia ne rast bin dê Ozer careke din vegere ser karê xwe.

Parlamenterê AK Partiyê Adem Yildirim jî li ser tayînkirina qeyûm got:

“Li vê derê erkê wî jê nehatiye standin. Bi awayekî demkî ji erk hatiye dûrxistin.

Ev yek nîşan dide ku serokatiya wî heye.

Ev jî tê wê wateyê wekî mînak em bêjin eger hemû îdia vala derketin di warê hiqûqî de dikare wekî serok berdewam bike.”

Heta niha qeyûm li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê dihatin tayînkirin lê tayînkirina yekem qeyûm li cergê Stenbolê li ser Şaredariya Esenyurtê ya CHPyê ev pirs xistiye rojeva Tirkiyeyê gelo vê carê armanc Ekrem Îmamoglu û Şaredariya Stenbolê ne?