Parlamentera berê ya HDPyê hat girtin

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan Huda Kaya HDP Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera berê ya HDPyê ya Stenbolê Huda Kaya di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû vekirin de hat desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat vekirin de Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin.

Li gorî nûçeya MAyê, hat zanîn ku Huda Kaya bi îdiaya “beşdarî civîn û meşa neyasayî bûye, tevî hişyarî û bikaranîna hêzê ji bo belavbûnê li ber xwe daye” lêpirsîn hatiye vekirin.

Parêzer Zîlan Leventogluyê li ser mijarê daxuyanî da diyar kir ku derbarê Huda Kayayê de “biryara firariyê” hatiye dayîn û ev biryar nehiqûqî ye.

Huda Kaya hat girtin

4emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê li ser Huda Kaya ya ku di çarçoveya Doza Kobaniyê de hatibû desteserkirin de biryara girtinê da.

HEDEPê li ser girtina Parlamentera berê ya HDPyê Huda Kaya daxuyaniyek da û anî ziman:

“Girtina Parlamentera me ya berê ya Stenbolê Huda Kaya ya piştî ku li balafirgehê hat desteserkirin dewama operasyonên qirkirina siyasî ye.

Li dijî van êrişên hikûmetê em dê zêdetir nêzîkî hev bibin û rêya xwe bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst