Li Stenbolê pevçûn: 3 polîs û nobedarek birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gaziosmanpaşayê ya Stenbolê şeva borî di navbera polîsan û gumanbarekî de pevçûn derket.

Di encamê de 3 polîs û nobedarekî taxê hatin birîndarkirin.

Li Taxa Merkezê welatiyê bi navê Adem D. bi çifteyê gule berdan hewayê.

Piştî vê yekê şêniyên taxê jî polîs agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê polîs çûn cihê bûyerê.

Polîsan ji Adem D. Xwest ku xwe radest bike.

Adem D. ji ber polîsan reviya mala xwe û ji pencereyê bi çifteyê êrişî polîsan kir.

Di êrişê de 3 polîs û nobedarekî taxê birîndar bûn.

Piştî êrişê ji bo desteserkirina Adem D. tîmên taybet çûn cihê bûyerê.

Adem D. bi operasyona tîmên taybet, di mala ku xwe veşartibû de hat desteserkirin.

Li cihê bûyerê 2 çifte û 2 şarjor hatin dîtin.

Hêzên ewlehiyê Adem D. ji bo karên îfadewergirtinê bir Rêveberiya Ewlehiyê.

Tê îdiakirin ku Adem D. berê jî gelek tawan kirine.