STENBOL - Piştî ku hevjîna xwe kuşt, xwe jî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê, şeva borî zilamekî piştî ku hevjîna xwe kuşt bi heman çekê xwe jî kuşt.

Mehmet B. şeva borî li Taxa Yenişehirê ya Beyogluyê, li mala xwe bi demançeyê hevjîna xwe Şerîfe B. Kuşt.

Mehmet B.yê ku tê îdiakirin derûniya wî ne baş e û çareseriya bijîşkî werdigirt bi heman çekê xwe jî kuşt.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî ku dozger li cihê bûyerê lêkolîna xwe temam kir, termên her du hevjînan veguhastin morga Saziya Bijîşkiya Dadî.

Li gorî amarên Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2022yan 334 jin, ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Herwiha sala 2022yan 245 jinan jî bi awayekî biguman canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, di 7 mehên destpêkê yên sala 2023yan de jî 310 jin hatine kuştin.