Li Stenbolê agir bi depoyekê ket

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Agir Depo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro berê sibehê li navçeya Çatalcayê ya Stenbolê agir bi depoya kargehekê ket.

Ew kargeh li Taxa Çakilê ya navçeya Çatalcayê ye ku navçeyeke qerebalix e û hejmareke zêde ya kargeh û ofîsên bazirganiyê lê hene.

Li gorî zanyariyan, îro ber destê sibehê ji ber sedemeke nediyar agir bi depoya kargeha kaûçikan ket.

Tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê û wan piştî nêzîkî du demjimêran agir kontrol kir.

Hat ragihandin ku polîsan dest bi lêkolînê kiriye û îfadeya çend kesan hatiye wergirtin.

Li gorî amarên Serokatiya Parastina Sivîlan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, sala 2022yan li wî bajarî 22 hezar û 554 bûyerên şewatê hatine tomarkirin.

Di encama wan şewatan de 6 hezar û 572 mal, 2 hezar û 103 kargeh û hezar û 797 otomobîl şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst