Balafirên bombebaranê yên Amerîkayê gihiştin Tirkiyeyê

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Balafirên Bombebaranê Balafirên 1-1B Binkeya Încîrlîkê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên bombebaranê yên B-1B ên Amerîkayê gihiştin Baregeha Esmanî ya Încîrlikê ya li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê.

Binkeya Esmanî ya Încîrlîkê şeva borî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Balafirên bombebaranê yên B-1B ên Amerîkayê bi armanca perwerde û veguhestina sotemeniya balafiran hatien balafirgehê.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, bi armanca perwerdeya esmanî ya hevahengiya balafirên Amerîkî yên B-1B ên bombebaranê, tankên Asena KC-135R û balafirên F-16 bi artêşa Tirkiyeyê re hatine entegrekirin.

Fermandarê 9emîn EBS a Hêzên Esmanî yên Amerîkayê Stillwell got:

“Xebatên tîman ên ku me bi hevbeşên xwe yên Hêzên Esmanî yên Tirk re kirin, xebatên hevbeş ên hêzên esmanî yên NATOyê û profesyoneliya wan nîşan dan.”

Alîkarê Fermandarê 39emîn Baregeha Esmanî ya Hêzên Esmanî yên Amerîkayê Robert Schoeneberg got:

“Em bi kelecan in ku piştgiriya operasyona veguhestina sotemeniya germ a Încîrlikê dikin.

Ev şiyanên bêmînak û girîngiya stratejîk a Încîrlikê nîşan didin.”

Hejmara balafirên ku gihîştine Tirkiyeyê nehatiye diyarkirin.

Lê tiştê balkêş ew e piştî ku Amerîkayê li dijî Hemasê piştgiriya xwe ji Îsraîlê re ragihand, balafirên bombebaranê yên Amerîkayê çûne Baregeha Esmanî ya Încîrlikê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst