Erdhejekê Mersîn hejand

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mersînê bi hêza 3.6 pileya rîxterê erdhej çêbû.

Li navçeya Silifkê ya ser bi parêzgeha Mersînê ya Tirkiyê ve, bi hêza 3.6 pileya rîxterê erdhejek çêbû.

Rêveberiya Rewşên Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê 1ê Mijdara 2021ê  li ser malpera xwe peyamek belav kir û ragihand, demjimêr 22:26an li navçeya Silifke a ser bi parêzgeha Mersînê ve bi hêza 4.1 pileya rîxterê erdhejek çêbû.

Li gor zanyariyên AFADê belav kirine, erdhej bi kûrahiya 55,84 kîlometre pêk hatiye.

Heta niha derbarê ziyanên wê erdhejê de zanyariyek nehatiye belavkirin.