Rêveberiya Partiya Paşerojê hat diyarkirin

01-11-2020
RÛDAW
Nîşan Partiya Paşerojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Paşerojê îro li Enqerê yekemîn kongreya xwe ya giştî û asayî saz kir û Ahmet Davutoglu ji aliyê delegeyan ve weke serokê partiyê hat hilbijartin. Herwiha endamê Desteya Rêveber, Komîteya Disîplînê û Komîteya Exlaqê ya partiyê jî ji aliyê kongreyê ve hatin destnîşankirin.

Di kongreyê de, ku li Navenda Kongreyan a ANFA Altinpark a Enqerê û bi dirûşma “Paşeroja Te Paşeroja Tirkiyê” hat lidarxistin û hejmareke zêde ya Kurdan jî amade bûn, lê tevî peyamên Davutyoglu yên di derbarê Kurdan û kurdiyê de li salona kongreyê çi peyamên bi Kurdî nehatine belavkirin û ti pankarteke bi Kurdî jî li salona kongreyê tunebû.

Di nava desteya rêveberiya Partiya Paşerojê de, nivîskarê Kurd Vahdettin Înce, parlamenterê berê yê Amedê yê AK Partiyê Cuma Îçten û nivîskar Etyen Mahçupyan jî cih girtine.

Ji aliyê kongreyê ve, 60 kes weke endamên serekî û 40 kes jî weke endamên yedek yên Desteya Rêveber a Partiya Paşerojê hatin hilbijartin.

Herwiha 7 kes weke endamîn serekî û 3 kes jî weke endamên yedek ên Komîteya Disîplînê û 5 endamên serekî û 4 kes jî weke endamên yedek ên Komîteya Exlaqê ya partiyê hatin destnîşankirin.

Partiya Paşerojê ya bi serokatiya Ahmet Davutoglu li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê karûbarên xwe yên rêxistinî pêk anîn, niha jî 6 mehan piştî kongreya yekemîn dê mafê beşdariya di hilbijartinan de bidest bixe.

Partiya Paşerojê heta niha li 44 parêzgen û 275 navçeyan rêkxistinên xwe damezrandine. 

Navên endamên serekî yên Desteya Rêveber a Partiya Paşerojê:

Abdulkadir Çolak

Abdullah Başcı

Abdullah Teber

Ahmet Akçay

Alaattin Fırat

Avni Erdemir

Ayhan Sefer Üstün

Aynur Algün

Ayşe Berrin Sevimli

Ayşe Serap İnan

Ayşe Tülin Dinçelli

Bahattin Meral

Burçak Başbuğ Erkan

Cemalettin Kani Torun

Cuma İçten

Dinçer Türkmen

Diyaettin Uçar

Etyen Mahçupyan

Fatma Aydın Ataş

Feramüz Üstün

Ferhat Esener

Feridun Bilgin

Habibe Çifçioğlu Başer

Hacer Filikçi Akın

Hakan Tokaç

Halime Polat

Hasan Hüseyin Bozok

Hasan Serdar Bilir

Hasan Seymen

İbrahim Mustafa Turhan

Kemal Şişman

Kerim Rota

Mehmet Ali Pulcu

Mehmet Aytekin

Mehmet Behçet Piker

Mehmet Kuğu

Muharrem Ödemiş

Mustafa Bahadır Kurbanoğlu

Mustafa Bilici

Mustafa Mente

Mustafa Nedim Yamalı

Mustafa Gözel

Neslihan Kevser Çelik

Nihal Olçok

Nuray Sağıroğlu

Ömer Ünal

Selçuk Özdağ

Selim Temurci

Sema Silkin Ün

Şenol Gürşan

Serap Yazıcı

Serkan Özcan

Serpil Bulut

Tamer Ağca

Ümit Yardım

Vahdettin İnce

Veysi Akay

Zeynep İşcan Çeviker

Endamên serekî yên Komîteya Disîplînê:

Mehmet Atilla Maraş

Hasan Boynukara

Mehmet Aşan

Seyfettin Bilen

Musa Arat

Talha Erol Durmaz

Zekai Doğan

Endamên serekî yên Komîteya Exlaqê:

Ahmet Oğuz Karaoğlu

Mehmet Rumi Bekiroğlu

Nazmi Irak

Ömer Kayani

Fatma Şerefoğlu

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst