Kongreya Paşerojê, Ahmet Davutoglu weke serokê partiyê hilbijart

01-11-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Partiya Paşerojê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Partiya Paşerojê li Enqerê yekemîn  kongreya xwe ya giştî û asayî encam da. Di kongreyê de hejmareke zêde ya Kurdan jî amade bûn. Partiya Paşeroj a bi serokatiya Ahmet Davutoglu li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê karûbarên xwe yên rêxistinî pêk anîn, niha jî 6 mehan piştî kongreya yekemin dê mafê beşdariya helbijartinan bidest bixe. Tevî peyamên Davutyoglu yên di derbarê kurdan û kurdiyê li salona kongreyê de çi peyamên kurdî nehatine belavkirin.

Partiya Paşerojê yan jî partiya Gelecek di proseya damezrandina xwe de yek ji erkên giring bicih anî û îro 1ê Mijdara 2020an yekemîn kongreya xwe ya asayî li Enqerê encam da. Di kongreyê de serokê partiyê Ehmed Davutoglu û delegasyona partiyê û rêveber amade bûn.

Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Paşerojê amaje bi wê yekê kir ku wan di demeke kurt de kariye kongreya partiya xwe saz bikin û got: “Ji salekê kêmtir de me kongreya xwe encam da. ser xêrê be înşellah.”

Ahmet Davutoglu di beşek gotara xwe ya kongereyê de behsa Pirsa Kurd jî kir. Davutolgu rexneyên tund ji helwesta Serokê MHP Dewlet Bahçelî girt û got “ em rê radin tu xwe li dijî kurdiyê çavsor bikî.”

Bedevkê partiyê jî di wê baweriyê de ye ku partiya wan dikare rêyên çareseriyê ji bo kêşeyên heyî peyda bike.

Selîm Temurçî, Berdevkê Partiya Paşerojê ragihand: “Di nav gelê xwe de daxwaza guhertinê û pêşkevtinê dît. Em jî îro bi vê kongreya xwe bersiva gelê xwe didin. Em dibêjin paşeroj ya we ye, Tirkiye ya we ye, hun biryara xwe bidin.”

Yek ji salogan li salona kongreyê hatine bilindkirin jî Serok Ahmet bû lê tevî beşdariya zêde ya kurdan çi peyamên Kurdî nehatin xwendin û çi pankartên Kurdî jî nehatine daliqandin.

Serokê Navçeya Elkê, Şefik Kerîmoglu dibêje: “Kurd û Tirk hemû bi hev re hatine mexdur kirin. em dixwazin Tirkiye dewlemend bibe, pêş bikeve em naxwazin girtin û kuştin hebe.”

Serokê Navçeya Navendî ya Şirnexê, Seyîthan Taşar jî dibêje: “Em dixwazin welatê me, memleketê me baştir be, pêş bikeve em hemû bi hev re wekhev bijîn, nabe kes xwe li ser kesê ferz bike, em hemû hemwelatî ne û lazime wekhevî hebe.”

Serokê Navçeya Silopîyayê, Nizar Okten diyar kir, ku partiya wan dê bibe tevgereke baş bo Kurdan û ragihand: “Bi îzna xwe partiya me wê bibe tevgereke baş bo kurdan. Em ê ji bo azadî û biratiyê karên baş bikin. em dê ji bo pêkvejiyana hizaran salan ya Kurdan û Tirkan kar bikin û bi îzna Xwêdê wê partiya me rojekê bisebikeve.”

Di kongreyê de 1010 delege amade bûn, Ahmet Davutoglu weke serokê partiyê hat helbijartin û desteya rêveber ya ji 60 kesan pêk tê jî hate destnîşan kirin.

Partiya Paşerojê heta niha li 44 parêzgen û 275 navçeyan rêkxistinên xwe damezrandine.  

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst