Ji Tirkiyê daxuyaniya Deriyê Îbrahîm Xelîl û operasyona li dijî PKKê

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin eşkere kir, ku di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de wan behsa tekoşîna li dijî PKKê kiriye û daxwaz kirine piştî nemana DAIŞê li hember PKKê jî bikevin nava liv û tevgerê.


Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin îro (01-11-2017) di civîneke çapemeniyê de derbarê rewşa Sûriyê, hevdîtinên Astanayê, helwesta Tirkiyê ya li hember Herêma Kurdistanê û danûstandinên li gel Iraqê axivî.

 

Hevdîtinên Astanayê û PYD

 

Îbrahîm Kalin eşkere kir, ku hevdîtinên Astanayê yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê encamên baş derdixin û da zanîn, ku dê hêzên wan li Idlibê operasyonên xwe berdewam bikin.

 

Kalin got: “DAIŞ û PYD jî di nav de, heta hemû rêxistinên terorê werin têkbirin dê  hewldanên me berdewam bikin.”

 

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê li ser pirsekî da xuyakirin, ku ew qebûl nakin Rûsya PYDê jî tevlê pêvajoya hevdîtinên Astanayê bike û diyar kir: "Kurdên din dikarin di Astanayê de hebin lê grûbên alîgirê PKKê, yên weke PYD nabe beşdar bin..

 

Hebûna PKKê li Iraqê

 

Îbrahîm Kalin tekez kir, ku di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de herdu aliyan behsa tekoşîna hevpar a li dijî PKKê kiriye û Tirkiyê ji Iraqê daxwaz kiriye piştî nemana DAIŞê li hember PKKê jî bikevin nava liv û tevgerê.

 

Kalin got: “Hebûna PKKê ya Şingalê û Qendîlê hate rojevê. Me daxwaz kir, ku li hember hemû rêxistinên terorê û PKKê bi hevre tekoşînê bikin.”

 

Deriyê Îbrahîm Xelîl

 

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê mijara Deriyê Îbrahîm Xelîl de got: “Pêvajoya radestkirina derî berdewam dike. Hikûmeta Iraqê dê deriyê dewrbigre. Em hêvî dikin ti pirsgirêk dernekeve.”

 

Kalin balkişande ser wê yekê, ku di dema qeyrana dawî de jî deriyên Îbrahîm Xelîl û Xabûrê nehatiye girtin û diyar kir: “Me nexwest em kurdên Iraqê ceza bikin. Lewma derî nehate girtin. Xeletiyek ji rêveberiyê hebû, em hêvî dikin ji wê xeletiya xwe vegerin. Ji xwe wan ziyaneke mezin dîtin. Kerkûk ji dest dan, firokexane û derî ji dest dan.”

 

Jovana Nêçîrvan Barzanî û Erdogan

 

Li ser pirsekî ka gelo raste Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxwaza hevdîtina li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê qebûl nekiriye yan ne? Îbrahîm Kalin got: “Serokomar eger di cîh de bibîne hevdîtina dike. Lê weke tê zanîn piştî ku Mesûd Barzanî erkên xwe radestê hikûmetê kir, rewşa li herêmê û herwiha berpirsiyariya Nêçîrvan Barzanî jî hate guhertin. Beriya hemû tiştan divê hinek rewşa wê herêmê zelal bibe. Paşî eger daxwazeke wiha hebe dê were nirxandin.”

 

Kalin tekez kir, ku ew dixwazin Herêma Kurdistanê ji encamên referandumê paşde gavan bavêjin û ew li hêviyê ne di vê derbarê de biryar hebin.