Erdogan: Piştî Filistîn û Libnanê çavê Îsraîlê li axa me ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Îsraîlê piştî Filistîn û Libnanê  çavê xwe berdaye axa Tirkiyeyê.

28emîn Heyama Parlamentoya Tirkiyeyê îro bi serokatoya Serokê Parlamentoya Numan Kurtulmuş dest pê kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî destpêkirina heyama nû ya parlamentoyê bû û gotarek pêşkêş kir.

"Êdî dema destûra 1982yan bi dawî bûye"

Erdogan ameje bi guherîna destûra Tirkiyeyê kir û got:

"Piştî derbeya leşkerî ya 12 îlonê, di bin siya çekan de, destûra niha ku bi ser îradeya milî de hatiye sepandin, wekî kirasekî teng e ku bo parlemento û gelê me hatibe dirûtin.

Zêdetir ji 20 guherînên ku ji sala 1982yan heta niha hatine kirin, nîşan dide ku xelk ji destûra niha ne razî ye.

Êdî dema destûra sala 1982yan bi dawî bûye. tenê bi rêya, destûreke giştgîr, azad û bi beşdariya hemûyan û sivîl, Tirkiye dikare di sedsala 21ê de aramnc û plana xwe ya mezin bi cîh bike."

"Em rêzê li hemû nêrînan digirin"

Recep Tayyîp Erdogan ragihand ew wekî AK Partî û Hevpeymaniya Cumhur ji bo destûreke nû amadekariyan dikin û  got:

"Lê ev nayê wateya wê yekê ku em deriyê xwe li ser hemû fikirên din digirin.

Em di qonaxa amadekirina destûra nû de rêzê li her nerînê digirin.

Em dê bi giringî guhdariya her fikirê bikin. Em dê her pêşniyareke baş bi giringî binirxînin.”

"Divê azadiyê bîne"

Serokkomarê Tirkiyê di berdewmiya axaftina xwe de diyar kir ku destûra nû divê nebe sedema cemserbendî û dijatiyê û wiha pê de çû:

"Divê bibe sedema yekxistinê, nebe sedema cudakariyê.

Divê yekîtiyê bîne, ne qedexekirin, divê azadiyê bîne.

Nabe cudahiyan derxe pêş lê divê xalên hevbeş bide pêş.”

"Îsraîlê çavê xwe berdaye axa Tirkiyeyê"

Li aliyê din, Erdogan di gotara xwe de behsa êrişên Îsraîlê yên li Filistîn û Libnanê jî kir û ragihand ku Îsraîlê piştî Filistîn û Libnanê çavê xwe berdaye axa Tirkiyeyê.

Erdogan li ser vê yekê wiha axivî:

"Rêveberiya Îsarîlê ku bi armanca bidexistina xakên soz li ser hatiye dayîn bi awayekî bê wate tev digere.

Ez eşkere bibêjim bi temamî bi fanatîzma dînî piştî Filistîn û Libnanê cihê ku çavê xwe berdide wê, dê bibe axa welatê me. Niha hemû hesab li ser vê yekê ne.

Tişta ku hinek dostên Îsraîlê û hezkiriyên siyonîstan yên di nav Tirkiyeyê de bi dildarî yan jî bi pereyan propgandeya Îsraîlê dikin, fam nakin ev yek bixwe ye.

Tevî ku hinek bi pêdagirî naxwazin bibîbînin jî hikumeta Netenyahu xeyaleke wiha dike ku Anatolyayê jî li xwe digire.

Vê niyeta xwe jî bi rêyên cûda eşkere dikin. Her pêşhateke ku ji 7ê Çiriya Pêşînê pêk tê, asta vê gefê hinekî din zêdetir dike.

Di demekê de ku em êrişên Îsraîlê yên li ser Filistîn û Libnanê ji nêzîk ve dişopînin, li Bakurê Îraq û Sûriyeyê, bi bikaranîna rêxistina dabeşker wekî amûrekê, em bi eşkere dibînin ku çawa dixwazin rêvebiriyeke biçûk a setalaytê ava bikin.

Dixwazim ji vê derê vê zanyariya cografî jî bînim bîra we û miletê me. Binêrin ji sînorê Sûriyeyê yê li navçeya Yayladagê ya Hatayê, heta sînorê Libnanê bi rêya bejahî, 170 kîlometre ye û Tirkiye ji Libnanê bi otomobîlê tenê 2 demjimêr û nîv dûr e.

Rêya ji Antakya heta Xezeyê bi qasî ya di navbera Enqere û Aydinê de ye. Wate dagîrkerî, teror û êrişkarî li kêleka me çêdibe.

Em dibînin êrişkariya Îsraîlê bi her daxuyaniyeke bê guhdan, Tirkiyeyê jî li xwe digire.

Em dê bi hemû derfetên di destê xwe de ji bo welat, milet û serxwebûna xwe, li hemberî vê terora dewletê û êrişkariyê rawestin.

Ez dûbare dikim berdêla wê çi be bila ew be, Tirkiye dê li ser rawestana li dijî Îsraîlê û li ser vexwendina cîhanê ji bo vê sekna bi rûmet berdewam be."