Ji bo betalkirina welatîbûna Sûriyeyiyan doz hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Muasavat Dervîşoglu ragihand ku wan  ji bo betalkirina mafê hevwelatîbûna koçberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê doz vekiriye.

Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu îro li bajarê Enqereyê li pêşiya Dadegha Îdareya Bilind daxuyaniyeke çapemeniyê saz kir.

Dervîşoglu ragihand ku wan ji bo betalkirina mafê hevwelatîbûna koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê mafê welatîbûnê wergirtine, hem li dijî Dadegha Îdareya Bilind û hem jî li dijî Dadgeha Îdareyê ya Enqerê doz tomar kiriye.

Bi gotina Musavat Dervîşoglu, Serokkomarê Tirkiyeyê û hikûmeta AK Partiyê bi awayekî ne yasayî mafê welatîbûnê daye 238 hezar koçberên Sûriyeyî û wan ji bo betalkirina wan hemû welatîbûnan doz vekiriye.

"Welatîbûnên ku hatine dayîn dê bên betalkirin"

Her wiha Serokê ÎYÎ Partiyê ragihand ku ew bi ti awayî rê nadin welatîbûna Tirkiyeyê bi kirîna xanî û xanûberan an jî anîna diravên biyanî ya nav Tirkiyeyê ji bo koçber û biyaniyan bên dayîn û wiha pê de çû:

"Di encama vê doza ku ÎYÎ Partiyê vekiriye de û bi pêkahatina hiqûqê dê hemû ew welatîbûnên ku ji aliyê hikûmetê ve ji bo bi sedhezaran koçber û biyaniyan hatine dayîn bên betalkirin.

Em bi ti awayî rê nadin ku Tirkiye bibe kampeke koçberan.”

Li gorî amarên fermî, niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 99 hezar û 524 koçberên Sûriyeyî hene û 238 hezar û 768 ji wan koçberan mafê welatîbûnê wergirtiye.

Ji wan 134 hezar û 624 kes di ser 18 salî de ne û 104 hezar û 144ê wan jî zarok in.