Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê DEM Partî ziyaret kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) Lars Klingbeil û şandeya pê re DEM Partî ziyaret kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji DEM Partiyê hat dayîn, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê SPDyê Lars Klingbeil û şandeya pê re pêşwazî kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di hevdîtinê de pirsgirêkên curbecur ên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cihanê hatin nirxandin.

Her wiha her du aliyan di warê geşedanên siyasî de fikrên xwe ji hev re gotin.

Tuncer Bakirhan bal kişand ser zext û êrişên li dijî DEM Partiyê û got ku tevî van hemûyan DEM Partî ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê têdikoşe.

Li aliyê din Lars Klingbeil jî da zanîn ku ew ji êriş û zextên li ser DEM Partiyê hene agahdar in û got:

“DEM Partî li Tirkiyeyê li ser navê demokrasiyê xwedî cihekî girîng e.

Tevî hemû zext û êrişan jî  hemû kesî serkeftina we ya di hilbijartinên herêmî de dît.

Her wiha em qet tayînkirina qeyûman li şûna rêvebirên herêmî rast nabînin ku meclisên şaredariyan bêfonksiyon bikin.

Rêveberiyên herêmî şertê yekem ê demokrasiyê ne û ew nebe nabe.”