Partiya Çepên Kesk: Êrişa li Enqereyê nayê qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Çepên Kes têkildarî teqîna li ber Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê daxuyanî da û got, “Êrişa li dijî Wezaretê nayê qebûlkirin.”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku demjimêr derdora 09:30î 2 kesan bi otomobîlekê êriş pêk aniye.

Yerlîkaya daxuyand ku yekî ji wan “xwe teqandiye” û yê din jî “ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin”.

Di encama teqînê de jî 2 polîs birîndar bûne.

Piştî daxuyaniya Wezaretê, Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê PKKyê yê çekdarî ye, li ser teqîna li Enqereyê daxuyaniyek da.

HPGyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

“Ev êriş nayê qebûlkirin”

Partiya Çepên Kesk, di daxuyaniya xwe de û bertek nîşanî êrişê da.

Hevseroka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçarê diyar kir ku “Ev êriş nayê qebûlkirin” û got:

“Em siyaseteke demokratîk didin meşandin û wekî tê zanîn em li dijî hemû cûre tundiyan in. Em têkoşîna aştî û welatekî aram didin.”