Wezareta Jîngehê hişyariya baraneke gur da

 Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Tirkiyeyê ragihand, ji ber pêla baranê ya dijwar ku tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li xwe digire hişyarî da.

Wezaretê ji welatiyan xwest ku li gorî pêşbîniyên Navenda Keşnasiyê ya Tirkiyeyê tevbigerin daku tiştên nexwestî çênebin.

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Tirkiyeyê Mehmet Ozhasekî li ser hesabê xwe yê tora civakî, pêşbîniyên dawî yên rewşa hewayê parve kirin û got:

“Pêwîstiya me bi barana ku bendavên me zindî bike heye.

Ji bo ku bi hatina baranê tiştên nexwestî çênebin divê welatiyên me li gor pêşbîniyên Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê tevbigerin û tedbîrên pêwîst wergirin.”

Li gorî pêşbîniyên Keşnasiya Tirkiyeyê, barana ku 30ê Îlonê li piraniya bajarên rojavayê Tirkiyeyê dest pê kir dê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî bibare.

Bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Sêwaz, Erzingan, Dêrsim, Xarpêt, Çewlîg, Êlih, Sêrt, Amed, Meletî û Şirnexê dê baraneke gur bibare.