Partiyên opozisyonê li ser sîstema parlamenteriyê li hev dikin

01-10-2021
Omer Sonmez
6 partî wê deklarasyonek hevpar amade bikin
6 partî wê deklarasyonek hevpar amade bikin
Nîşan Tirkiye Opozisyon Sîstema Parlamenteriyê Sîstema Serokatiyê CHP IYI Partî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê bereya mixalefetê ji bo vegera sîstema parlamenteriyê bernameyeke danîne pêşiya xwe. Li ser vegerandina bo sîstema parlamenteriyê aliyên Kurdistanî jî dibêjin, ji bo Kurdan çi sîstema serokatî çi sîstema parlamenterî, ya girîng di destûra bigehîn de naskirina maf û azadiyên Kurdan e.

Li Tirkiyê 6 partiyên mixalefetê ev demek e li ser sîstema parlamenteriyê ya bihêzkirî kar û xebatan dimeşînin. Partiyên endamên Tifaqa Milet CHP, Partiya İYİ, Partiya Saadet û Partiya Demokratê, bi du partiyên ji derveyî tifaqê bi Partiya DEVA û Partiya Gelecekê re di asta cigirserokan de du civîn saz kirin û biryar dan ku êdî civînên xwe ji 5ê Cotmehê û şûnde li Parlamentoya Tirkiyê lidar bixin.

Serokê Karûbarên Hilbijartin û Hiqûqê yê Partiya Saadetê Bulent Kaya dide zanîn ku hevdîtinên wan ên li ser gotûbêjkirina prensîbên sereke wê bi awayekê perîyodîk berdewam bike.

Bulent Kaya, Serokê Karûbarên Hilbijartin û Hiqûqê yê Partiya Saadetê, dibêje, “Êdî em dibînin ku Tirkiye bi sîstema hikûmeta serokkomariyê nikare bê birêvebirin. Em dixwazin li ser prensîbên giştî lihev bikin û nêrîna xwe pêşkêşî raya giştî bikin. Lê ji bo vê hinekê dem û mizakere lazim e. Di nava meh û nîvekê de em ê bigihîjin metneke hevpar. Me li ser cudahiya erkan, kontrolkirina hikûmetê, şefafbûna kiryarên wê û li ser serxwebûna darazê lihev kiriye.”

Li gorî şîrovekarên nêzî hikûmetê, wehda mixalefetê ya vegera bo sîstema parlamenteriyê wehdekê rastîn nîn e û di nav xwe de jî gelek tiştên nezelal dihewîne.  

Ihsan Aktaş, Serokê Kompanya GENARê, dibêje, “Em dibînin ku mixalefet di meseleyên bingehîn de nikare li hemberî polîtîkayên desthilatê polîtîkayeke alternatîf bimeşîne. Lê di destê wan de niha vegera bo sîstema parlamenteriyê maye ku li serê polîtika dikin. Lê ka wê karibin piraniya Parlamen bidest bixin û guhertina destûrî bikin? Her wiha wê gelê Tirkiyê paşvevegerê qebûl bike an na? Ev tişt ne diyar in û rewş wek farazî dimîne.”

Aliyên Kurdistanî jî destnîşan dikin, ji bo Kurdan çi sîstema serokatî be çi jî ya parlamenteriyê be, ya girîng di destûra bingehîn de cihgirtina maf û azadiyên Kurdan e.

Kasim Ergun, Cîgirê Serokê PAKê, dibêje, “Di mijara nîqaşên ser sîstemê de dive em Kurd bibin terefek û ji her du grûban re pêşnirên xwe bibin. Em ji wan re bibêjin, heke hûn dixwazin sîstema parlamenteriyê bînin lazim e hûn destûra bingehîn biguherînin. Em dixwazin di dema guherandina destûrê de di bernameya we de, hebûna Kurdan, naskirina Kurdan, naskirina welatê wan Kurdistan hebe. Her wiha divê bi kêmanî perwerdeya bi zimanê zikmakî bê naskirin û Kurdî bibe duyem zimanê fermî. Heke ev hebin em ê piştgiriya wan bikin. Êdî çi sîstema serokatî be, çi jî ya parlamenteriyê be bo me ferq tune. Ji me re pêşketina Kurd û Kurdistanê girîng e."

Tirkiye di encama referandûma 16ê Nîsana 2017an de Pergala Hikûmeta Serokkomariyê qebûl kiribû û piştî hilbijartinên 24ê Hezirana 2018an jî derbasî wê sîstemê bûbû. Ji bo careke din Tirkiye vegere sîstema Parlamenteriyê lazim e ku guhertina destûrî bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst