Weqfa Hrant Dînk: Hestên nefretane li hemberî Ermeniyan zêde dibe

01-10-2020
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Weqfa Hrant Dînk: Hestên nefretane li hemberî Ermeniyan zêde dibe
Weqfa Hrant Dînk: Hestên nefretane li hemberî Ermeniyan zêde dibe
Nîşan Tirkiye Ermenî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de li nava Tirkiye encam û bandoreke civakî belav dike. Ji ber ku li nava Tirkiye bi hezaran nişteciyên ermen hene û Tirkiye jî li hemberî Ermenistanê piştgiriya Azerbeycanê dike, hesteke nijadperest a nû li kuçeyên Stenbolê radibe.

Ji destpêka ragêşiya di navbera herdû welatan de, grûbên netewperest bi helwêst û dirûşmên nijadperes li taxên ku ermenî lê dijîn digerin, gefan dixwin û bi konvoyên siyareyan fişareke nû li ser xelkê ermenî belav dikin. Welatiyên Ermen him nîgeran in û him jî beşeke wan dikanên xwe venakin.

Li taxa Kûmkapi ya li Fatîha Stenbolê, hejmareke zêde ji ermenên Tirkiye li vir niştecî ne. Hanîfî Demîrcî yê 65 salî jî 44 sal in li wir, hema di binê patrîkxaneyê de dijî. Bixwe xelkê Sason a Êlihê ye û bi qasî Kurdan jî kurmancî axêv e. Ew yek ji wan zarokanbûye ku bav û kalên wî jî hatine qirkirin. Bavê wî ji ber tirsê ne navekî ermen lê navekî tirkî li wî kiriye. Tirs û xofa dirêjtir ji sed salî îro careke din û vê carê ji ber şerê Ermenistan û Azerbeycanê li dora wî û van taxan belav bûye.

Welatiyê Ermen Hanîfî Demîrcî ji Rûdawê re got: “Erê welleh ew xofa hîna jî heye lê piştî ku Hrand Dînk kuştin ew tirs rabû. Êdî herkes dibê em ermenî ne û file ne. Piştî wê xelkê got ma em çima ditirsin. E kû eslê xwe înkar bike ji diyar e çi ye. Ji aştiyê xweştir tiştek tune.”

Murat Vayvalakov jî niştecihekî din ê ermen e. Ew û gelek endamên din ên malbata wî bûne misilman. Eskeriya Tirkan kiriye û ew û malbata wî xwe êdî weke Tirk dihesibînin. Li  gor wî tevî  tirs û xembariya heyî jî dewlet li wan xwedî derdikeve.

Murat Vayvalakov jî dibêje: “Ez li vir hatime dinê û li vir dijîm. Em di nava hev de dijîn. Min 20 mehan eskerî kir û ev welat parast. Li nasnama min ala tirkan heye. Ez êdî tirk im. Kurê min keça min bûne misilman. Me qîz dane Tirkan, Kurdan. Em bûne malbatek. Dêrên me têne parastin. Hin kes bi rêya înternetê hatine ba hev û gef xwarine. Ew kesên cahîl in.”

Şerê Azerbeycan û Ermenistanê li Tirkiye jî helwêsetke nijadperestanê li hemberî ermeniyan da destpêkirin. Li gorî rapora Weqfa Hrant Dînk, Li Tirikye nêzikahiya tije nefret herî zêde li hember Ermeniyan heye. Di nava salekê de, li ser medya Tirkiye rojane derdora 15 nûçe, gotar û nivîs hatine weşandin ku tê de hestên nefretane hene li hemberî Ermeniyan.

Edîtor û Nivîskarê Ermenî Yetvart Danzîkyan jî wiha axivî: “Helbet niha dilnîgeraniyek heye di nava xelkê Ermen de. Ew jî tiştekî nû nîn e. Di salên 90î de jî ew hebû. Dema li Amerîka û Ewropa behsa qirkirinê tê kirin jî li vir metirsî li ser ermeniyan çê dibe.Niha helbet êrîşeke fîzîkî niha nîn e lê xof li derûniya xelkê peyda bûye. Daxûyaniyên Tirikye weke tenane rastî tê qebûlkirin û nijadperest berê xwe didin Ermenan.”

Li gorî amarên saziyên cûda, di sala 2015 an de nifûsa ermenên li Tirikye derdora 70 hezar kesan bû. Lê niha ew hejmar daketiye dora 35 hezaran û ên mayî ji sedî 95 kal û pîr in. Ji sedî 90ê ermenên li Tirikye jî li Stenbolê dijîn. Ew hejmar di destpêka salên 1900î de nêzikî milyonek û 300 hezar kes bû. Helwêsta nijadperest ku ji 1914an ve destpêkir, ew hejmar her roj heland û anî asta heyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst