Erdogan: Em amade ne alîkarî bidin birayên xwe yên kurdên Iraqê
Navenda Nûçeyan (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ku eger rêveberiya Herêma Kurdistanê ji biryara xwe ya giştpirsiyê paşde gav biavêjin, Tirkiye amade ye wan himêz bike.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di dema vekirina serdema nû ya karên Parlamentoya Tirkiyê axaftinek kir û derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de got: “Ti beramberekî giştpirsiya rêveberiya Bakûrê Iraqê nîne. Ti encameke wê ya bi xêr jî nabe. Ne di berjewendiyê kurdan, tirkmenan û ereban de ye.”
Erdogan giştpirsî weke plana hêzên derekî bi nav kir û da xuyakirin, ku di qada navdewletî de ti aliyekê piştgirî nedaye giştpirsiyê.
Serokomarê Tirkiyê got: “Înkarkirina tirkmenan ji kurd û ereban re nabe maf. Em qebûl nakin, ku ti kes jî bi ser Kerkûkê re gefan li me bixwin. Dûr û nêzîk dê rêveberiya Bakûrê Iraqê zirarê bike.”
Recep Tayyîp Erdogan dubare daxwaza hilweşandina biryara giştpirsiyê ji rêveberiya Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî:
“Eger rêveberiya Bakûrê Iraqê bi dilpakî ji vê xeletiya xwe vegere, weke Tirkiye emê destê xwe bi berdewamî ji birayênb xwe re dirêj bikin.”
Hêjayê gotinê ye, ku li Başûrê Kurdistanê di 25ê Îlonê de giştpirsiya serxwebûnê hatibû kirin û ji sedî 92.73yê beşdaran dengê xwe dabûne belê. Li hember vê Iraq, Tirkiye û îranê li hember Herêma Kurdistanê rêzebiryar derxistibûn.