PWK: Kuştina Hekîm Luqman berdewamiya siyaseta Tirkiyeyê ya li ser dijayetiya Kurdan e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hekîm Luqman Stenbol Êriş PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kuştina Hekîm Luqman şermezar kir û ragihand, “Ev êrişa hovane berdewamiya siyaset û kiryarên dewleta Tirkiyeyê ne ku li ser dijayetiya Kurdan tê meşandin.”

Karsazê bi navê Hekîm Luqman ê ji Dihokê, li navçeya Fatîhê ya Stenbolê rastî êrişa bi kêran hat û canê xwe ji dest da.

Doh bi şev 10-12 kesan ji ber ku bi Kurdî diaxivîn êrişî Hekîm Luqman û biraziyek û pismamekî wî kir.

Kesên ku êriş kir ji cihê bûyerê reviyan.

PWKyê bi duxuyaniyekê ji malbata Hekîm Luqman re sersaxî xwest û êriş şermezar kir.

“Ev êriş berdewamiya kiryarên Tirkiyeyê ne”

Di daxuyaniya xwe de PWKyê wiha got:

“Em ji malbata Hekîm Luqman re sersaxiyê dixwazin.

Ev êrişa hovane ya nijadperestên Tirkan, berdewamiya siyaset û kiryarên dewleta Tirkiyeyê ne ku li ser dijayetiya Kurdan, li ser dijayetiya zimanê Kurdî tê meşandin.

Di van çend mehên dawî de gelek Kurdên ku bi Kurdî diaxivîn rû bi rûyî êrişên nijadperestan bûne, gelek kes ji ber gotina stranên Kurdî hatine girtin.

Li gelek bajaran, walîtiyan nivîsên şaredariyan ên wekî ’Pêşî Peya’, ’Hêdî Hêdî’ reş kirin.

Ev kiryarên li dijî zimanê Kurdî li ber çavên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên dewleta Tirkiyeyê hatin kirin.

Ev encama siyaseta dewleta Tirkiyeyê ye ku li ser esasê dijayetiya Kurdan hatiye avakirin.

Em vê êrişa nijadperestên Tirk rûreş dikin. Em bangî rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikin ku demildest êrişkeran tesbît bikin û bigirin.

Em bangî Erdogan û rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikin ku rê li ber êrişên li ser zimanê Kurdî, êrişên li ser Kurdan bigirin.

Divê rayedarên dewleta Tirkiyeyê bizanibin ku miletê Kurd heta niha di êriş, qetlîam û jenosîdan de bi sed hezaran keç û lawên xwe şehîd dane.

“Dîrokê îspat kiriye ku ti qetlîaman nikariye miletê Kurd ji holê rake”

Dîrokê îspat kiriye ku ti qetlîam û jenosîdan nikariye miletê Kurd ji holê rake û nikariye rê li ber têkoşîna doza azadiya Kurdistanê bigire.

Miletê Kurd serê xwe heta îro netewandiye û dê netewîne jî.

Em bangî Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin, ji bo ku ew 12 kesên hov demildest werin girtin, bi helwesteke biryardar li gel rayedarên dewleta Tirkiyeyê pêwendiyê dayînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst