Hevserokên DEM Partiyê li ser kuştina Hekîm Luqman daxuyanî dan: ‘Şermezar dikim!’

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên DEM Partiyê li ser kuştina Hekîm Luqman hişyarî da desthilatê.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li ser kuştina Hekîm Luqmanê ji ber ku bi Kurdî diaxivî daxuyanî dan.

Karsazê ji Dihokê Hekîm Luqman li bajarê Stenbolê ji ber ku bi Kurdî diaxivî ji aliyê 12 kesan ve bi kêrê hat kuştin.

Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe de anî ziman:

Ez kuştina bi hovane ya welatiyê Herêma Kurdistana Federe Hakim Lokman ji aliyê 12 kesan ve li kafeyeke Stenbolê ji ber ku bi Kurdî diaxivî şermezar dikim.

Kêra ku li dilê Hakim Lokman hatiye xistin, êrişeke ku hebûna Kurdan armanc digire.

Yê ku hewaya siyasî û civakî jehrî dike polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHPê ne. Ji êrişên organîze yên vê dawiyê yên li dijî karker, ziman, çand û stranên Kurdî berpirsyar desthilat e.

Komên bi maske yên JÎTEMê cesareta çûyîna maça futbolê ya wekî ku diçin şer ji vê hikûmetê digirin. Ev hewaya kîn û nefretê îro bû dawiya jiyana Kurdekî din.

Em hikûmetê hişyar dikin. Dest ji axaftin û kirinên xwe yên nijadperest û şovenîst, germakirina xetên civakî berdin.”

Tulay Hatîmogullariyê jî di daxuyaniya de bal kişand ser Roja Aştiyê ya Cîhanî û got:

“Kuştina hovane ya Kurdekî Dihokî Hakim Lokman a bi êrişeke nijadperest li Stenbolê careke din derxist holê ku pêwîst e em di 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi xurtî banga aştiyê bikin.

Tenê di van çend mehên dawî de çekdarên DAIŞê li Amedê avêtin ser kafeyekê, ji ber ku bi muzîka Kurdî govend dihat gerandin polîsan bi ser dawetekê de girt, karkerên ku bi Kurdî diaxivîn rastî êrişê hatin û herî dawî Hakim Lokman ji ber ku bi Kurdî diaxivî hat kuştin.

Ev bûyer ne tesaduf in! Hikûmeta ku bi tifaqa JÎTEMê polîtîkayên xwe yên nefretê kûr dike, di civakê de rê li ber nêzîkatiyên nijadperest-şovenîst vedike.

Bila bê zanîn, em ti carî rê nadin ku mirov li dijî hev werin dijminkirin. Em dê di her şert û mercê de parastina aştiyê bidomînin.”

“Bi Kurdî diaxive”

Pismamê Hakim Lokman, Muhsîn Tevfik ji nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez re behsa bûyerê kir û da zanîn:

“Divê ev bûyer bê ronîkirin û berpirsyar bên eşkerekirin. Heger ev nebe ez ji Tirkiyeyê dernakevim.

Hekîm bê sedem hat kuştin. Pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide. Ez milyonek dolarî jî xerc bikim ez dê tola birayê xwe hilînim, ez dû vê bûyerê bernadim.

Divê Hikûmeta Kurdistanê destekî bavêje vê mijarê. Birayê min bê sedem hat kuştin. Bi xizmên xwe yên li Brîtanyayê re bi rêya vîdeoyê bi Kurdî diaxive. Bi kurdî diaxivin.

Ji nişka ve 10 kes derdora wî digirin û dest bi lêdanê dikin. Dest bi kêran dikin. Birayê min di destê wan de ye. Ev hemû li ber otêlê diqewimin. Em nû ji Dubaiyê hatibûn. Her tişt li ser kamerayê heye.

10 kesan bi carekê êriş kir, divê êrişkar bên eşkerekirin. Divê ev kes bên naskirin û hikûmet bi wan re mijûl bibe. Hekîm bavê me, birayê me, mezinê malbata me, her tiştê me bû.

Wî em mezin kirin. Li me nihêrî. Hekîm bavê min e, birayê min e. 7 zarokên Hekîm hene ku pênc ji wan keç in. Wan ew bê sedem kuşt. Karsaz bû, firoşgeheke wî ya otomobîlan hebû.”

Parêzgariya Stenbolê şandeyek ava kir

Omer Sonmez da zanîn ku şandeya parêzgariyê ya ku ji Alîkarê Parêzgarê Stenbolê, Buroyên Cînayet û Asayîşê yên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê pêk tê li Tiba Edlî ya Stenbolê lêkolînê dikin.

Li aliyê din, Konsulxaneya Giştî ya Îraqê ya Stenbolê, ji bo bûyerê bişopîne dîplomatê bi navê Tahir Resûl erkdar kir.

Tahir Resûl dê here Tiba Edlî ya Stenbolê û ji berpirsên Tirkiyeyê agahiyan wergire.