Ji bo zelalkirina kuştina Hekîm Luqman şandeyek hat erkdarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ji bo kuştina Hekîm Luqmanê Dihokî were ronîkirin şandeyek erkdar kir.

Karsazê ji Dihokê Hekîm Luqman li bajarê Stenbolê ji ber ku bi Kurdî diaxivî ji aliyê 12 kesan kesan ve bi kêrê hat kuştin.

Nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez derbarê bûyerê agahiyên herî dawî dan.

Omer Sonmez da zanîn ku Alîkarê Parêzgarê Stenbolê, Buroyên Cînayet û Asayîşê yên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê li Tiba Edlî ya Stenbolê lêkolînê dikin.

Konsulxaneya Giştî ya Îraqê ya Stenbolê, ji bo bûyerê bişopîne dîplomatê bi navê Tahir Resûl erkdar kir.

Resûl dê here Tiba Edlî ta Stenbolê û ji berpirsên Tirkiyeyê agahiyan wergire.

Çi bûbû?

Karsazê bi navê Hekîm Luqman ê ji Dihokê, li navçeya Fatîhê ya Stenbolê rastî êrişa bi kêran hat û canê xwe ji dest da.

Doh bi şev 10-12 kesan ji ber bi Kurdî diaxivîn êrişî Hekîm Luqman û biraziyek û pismamekî wî kir.

Kesên ku êriş kir ji cihê bûyerê reviyan.

Cenazeyê Hekîm Luqman ji bo otopsiyê li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tê girtin.