Otubusa rêwiyan li barhilgirê da: 2 mirî, 12 birîndar

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan Otobus Barhilgir Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê, otobuseke rêwiyan li barhilgirekê da 2 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn.

Otobusa ku parêzgeha Giresunê diçû Hatayê, di otobana Edene-Pozantiyê de ji paş de li barhilgirekê da.

Di encama bûyerê de şofêrê otobusê Mustafa Erden û alîkarê wî Muslum Berçin canê xwe ji dest da.

Herwiha 12 rêwiyên ku di otobusê de bûn jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 12 birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Edeneyê.

Herwiha cenazeyên Mustafa Erden û Muslum Berçin şandin Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Edeneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst