Çalakiya 1ê Îlonê ya li Stenbolê: Serokên HDPê yên bajaran jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi sedan kes li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê hatin cem hev û banga aştiyê kirin. Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyê di çalakiyê de serokên HDPê yên bajar û navbçeyan jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.

Rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û welatiyên Stenbolê ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Qada Îskele ya Kadikoyê hatin cem hev.

Çalakî bi dirûşma "Şer mirin û aştî jiyan e"  hat lidarxistin.

Karker, siyasetmedar, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê, Dayikên Şemiyê, nûnerên saziyên jinan, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, jin, ciwan û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Hat ragihandin di çalakiya ku dirûşmên "Şer na, aştî a niha" hatin gotin de herî kêm 60 kes hatin desteserkirin.