RÛDAW TAYBET - Tirkiye çawa ji proseya aştiyê dûr ket?

01-09-2022
Omer Sonmez
Îro 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ye
Îro 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) -  Îro 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ye. Lê lig elek welatên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn şer û pevçûn dewam dikin û hewlên aştî û lihevkirinê di bin siya çekan û destilatên siyasî de difetisin. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku pirsa sereke pirsa Kurd e, piştî di meha Tirmeha 2015an de bi têkçûna proseya aştî û çareseriyê, hêviyên aşiyê jî têk çûbûn.

Piştî hewla derbeya 2016an jî desthilata AK Partiyê vegeriyabû ser polîtîkayên ewlehiyê û hebûna pirsa Kurd înkar kiribû. Niha her çiqas bi nêzîkbûna hilbijartinên Hezîrana 2023yan ve çareseriya pirsa Kurd bê rojevê jî, tu hewlekê desthilata siyasî nîne ji bo çareseriya pirsa Kurd pêngavan bavêje. Li aliye din kesên ku daxwaza aştiyê dikin jî li dadgehan bi tohmeta sûcê “terorê” tên darizandin.

Peyamnêrê me yê Stenbolê Omer Sonmez di vê reporta taybet de, bi dayikek aştiyê, bi Serokê Weqfa Aştiyê, bi nivîskar û rewşenbirekî Ermen û bi hiqûqnas û berpirsekî saziya medyayî re li ser atmosfera siyasî ya Tirkiyê û hewlên ji bo aştiyê axivî.

Di 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî de rewşa Tirkiyê

Dîmenên Hestiyên xortê Kurd, Hakan Arslan ê ku di dema qedexeya derketina derve ya 2ê Kanûna 2015an a li navçeya Sûr a Amedê de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di telîsekî de radestî bavê wî kirin,  li Tirkiyê ji bo têgehiştina pirsa Kurd û miameleya dewletê ya li hemberî Kurdan yek ji nimûneyên herî balkêş e. Edlîyeya Amedê beriya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî bi 3 rojan, hestiyê Hakan Arslanê di telîsekî de teslîmê bavê wî Ali Rıza Arslan kirin.

“Em li ber çavê dewletê wek dayikên teroristan in”

Kurê dayika Amedî Guler Bugdaya 65 salî, di şerê PKK û dewletê de tê kuştin. Ew 21 sal in ku li gel “Dayikên Aştiyê” li navçeya Fatiha Stenbolê li komeleyê hewlên aştiyê didin. Lê ji bo ku ew daxwaza aştiyê dike wek bi dehan dayikên aştiyê, bi sedan car ji aliye polîsan ve hatiye desteserkirin. Heta bi biryara dadgehê li dijî wê, “qedexeya derketina derveyê Tirkiyê” hatiye dayîn, ya balkêş li gel ku ew siyaset nake jî demekî 5 sal cezayê siyasete lê hatiye birrîn.

Guler Bugday li gel hejmarek Dayikên Aştiyê, li Dadgeha Stenbolê bi hinceta ku “propagandaya PKKê” kiriye tê darizandin û li dijî wê 2 doz dewam dikin. Dayika Guler dibêje, her çiqas dewlet bi çavê “dayikên teroristan” li wan binere jî ew dê dev ji têkoşîna aştiyekê bi rûmet bernedin.

“Kes nikare dile dayikan bixapînî”

Dayika Aştiyê Guler Bugday got: “Dewlet ji me re dibêje, ‘qey şer heye hûn aştiyê dixwazin!’. Çawa şer tune ye. Rastiya şer di dilê dayikan de ye, kezeba dayikan dişewitîne. Tu dikarî dinyayê bixapînî, lê tu nikarî dile dayikan bixapînî. Dema em ji bo aştiyê dixebitin qedexe heye, binçavkirin heye, di binçavkirinê de miameleya xirab li dijî dayikan heye, wan diêşînin. Em dibêjin ê me çûne bila ê kesî neçe. Bila kezeba tu dayikek neşewite. Bila aştiyeke bi rûmet pêk were. Baweriya me ev e. Em dixwazin aştiyeke wekhev, bi heq, hiqûq û bi edalet pêk were.”

“Desthilat berê xwe da polîtîkayên ewlehiyê”

Ji bo pêşerojekê Wekhev, Azad û Demokratîk Weqfa Aştiyê ji sala 2016an û vir ve li ser çareseriya mesela Kurd karûxebatên akademik dike û hewl dide zemîna aştiyê saz bike. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, bi riya dijital ji bajarê Îzmirê dibe mêvanê me û dide zanîn ku piştî têkçûna proseya aştî û çareseriyê desthiladar berê xwe da polîtîkayên ewlehiyê.

Her wiha Tahmaz rexne li “Maseya 6 partiyî” yanê Tifaqa Miletê digre û dibêje, pirsa Kurd hêj neketiye rojeva wan.

“Ji sedî 30yê hilbijêran daxwaza aştî û mizakereyê dikin”

Serokê Weqfa Aştityê Hakan Tahmaz got: “Ji ber ku Tirkiye piştî sala 2016an kete proseya polîtikayên ewlehiyê, niha ew îro gelekî dûrê pêkanîna aştiyê ye. Lê li gorî lêkolîna kompanyaya KONDAyê, nêzî ji sedî 30yê hilbijêran, ji bo çareseriya pirsa Kurd bi her awayî daxwaza aştî û mizakereyan dikin. Ev rêjeyeke girîng e. Ji loma jî di her şert û mercî de aştî mimkun e. Lê pêkanîna aştiyê girêdayî îradeya siyasî û civaka sivîl e.”

Her çiqas bi Peymana Lozanê ji bo kêmnetewên ne misilman (Ermen, Rûm, Cihû, Suryan) statuyekê fermî hatibe dayîn jî, ew pirî caran ji ber ku ne Tirk û ne misilman in rastê asimilasyon, zordarî, cudakarî, miameleya xirab û nîjadperestîyê hatine.

Mesela, di dîroka sedsalî ya Tirkiyê de yekem car Ermenekî bi navê Berk Acar, li navçeyekê wek qeymeqam hat tayînkirin û bi vî awayî bû yekem Ermenê ku bûye xwedî wezîfeyekê fermî.

Ji ber zorûzextê kêmnetew dengê xwe dernaxin

Li navçeya Şişliyê, li avahiya rojnameya Ermenan li Agosê beriya 15 salan gerînendeyê wê yê giştî Hrant Dink li ber derê wê hatibû kuştin. Edîtorê beşa Ermenîkî ya rojnameya Agosê Pakrat Estukyan, dide zanîn, li Tirkiyê ji ber zorûzexta dewletê kêmnetew zêde dengê xwe dernaxin û daxwazên xwe yên siyasî bideng nakin.

Her wiha Estukyan destnîşan dike, yên ku dengê xwe derdixin û daxwaza mafên xwe dikin jî berdelên giran didin.

Edîtorê beşa Ermenîkî ya rojnameya Agosê Pakrat Estukyan got: “Li Tirkiyê kêmnetew her daîm hewl didin ku xwe veşêrin, naxwazin li ber çavan bin. Lewra bi hêsanî dikarin bibin armanc.  Ji loma jî tercîha wan ew e ku daxwazên xwe yên siyasî neynin ziman. Dîsa ew hewl didin bi hikûmetan re di nav hemahengiyê de bimînin. Rê û rêbazên lihevkirinê digerin. Li aliyê din, dema îradeya siyasî proseya çareseriyê da destpêkirin civaka Tirkiyê li gorê wê tevgeriya û piştgirî dayê. Lê dema siyaset heyama pevçûnan da destpêkirin dîsa civak piştgirî dayê. Yanê civak li gorî desthilata siyasî tevdigere.”

Rojnameger bi giştî 75 sal 5 meh û 26 rojan rastê cizayê hepse hatine

Li gorî rapora saziyên medyayî, li Tirkiyê di sala 2021an de,di 128 dozan de 273 rojnameger hatine darizandin û rojnameger bi giştî 75 sal 5 meh û 26 rojan rastê cizayê hepse hatine. Herî dawî li Amedê, di meha Hezîrana îsal de 16 rojnamegerên Kurd hatin girtin.

Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê MLSA, dozên li hemberî rojnamegeran dişopîne, alîkariya hiqûqî dide wan û binpêkirinên mafên rojnamegeran bi raportan eşkere dike. Hevdîrektorê MLSAyê hiqûqnasê Kurd Veysel Ok radigihîne, medyaya sereke ya Tirkiyê dijateyiya Kurdan dike û zimanê şer bikar tîne.

Her wiha Ok dibêje, piraniya rojnamegeran ji ber nûçe û helwestên xwe yên pirsa Kurd e tene darizandin.

“Zimanê medyaya Tirk zimanê şer û dijatiya Kurdan e”

Hevdîrektorê MLSAyê Veysel Ok got jî: “Medyaya Tirkî ev sedsal in ku tim li aliyê dewletê ye. Li Tirkiyê di hemû şerê navxweyî, pevçûn, tevlihevî, şerê di navbera dewlet û Kurdan de medayaya Tirk tim alîgir bûye, tim li gorî helwesta dewletê tevgeriyaye. Her çiqas di proseya çareseriyê de bi nermbûna siyasete ve medya jî helwesta xwe ya li hemberî Kurdsan guhertibe jî, piştî têkçûna proseyê ew dîsa vegeriya ser kodên xwe yên berê. Niha medyaya sereke ya Tirkî, alîgir e, li hemberî aştiyê ye û dijatiya Kurdan dike.”

Komkujiya 10ê Cotmehê ya Gara Enqerê, di dîroka Tirkiyê de qetlîama herî mezin e. Piştî ku proseya çareseriyê bidawî bûbû, bi banga sendîka, saziyên sivîl û HDPê, di 10ê Cotmeha 2015an de wê mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê pêk bihata. Di mitîngê de wê banga rawestandina şer û vegerandina bo maseya aştiyê li dewlet û PKKê bihata kirin, lê di encama êrîşa DAIŞê de, 103 kes ku piraniya wan Kurd bûn canê xwe ji dest dan. Daxwaza wan bes aştî û çareserî bû.

Piştî têkçûna proseya aştiyê hêviyên aştiyê jî têk çûn

Li Tirkiyê piştî ku proseya aştî û çareseriyê di 22yê Tîrmeha 2015an de, bi dawî bû û şûnde şer û pevçûnên di navbera dewleta Tirkiyê û PKKê de dest pê kir û heviyên astiyê ji bo çareseriya pirsa Kurd jî têk çû. Ev 7 sal in ku desthilata Ak Partiyê car din vegeriya ser polîtîkaya ewlehiyê ya dewletê û hebûna pirsa Kurd bi hinceta ku êdî ew çareser kirine înkar kir. Tirkiye ber bi hilbijartinên Hezîrana 2023yan ve diçe, lê heta niha tu niyet, daxuyanî û îşaret nîne ku wê desthilata AK Partî bi hevpeymanê xwe MHPê re, ji bo çareseriya pirsa Kurd pêngavan bavêje.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst