RÛDAW TAYBET - Rastiya şerê malbatên Kurd ên li Konyayê

Konya (Rûdaw) - Li bajarê Konyayê yê Tirkiyê di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birindar bûn.

Buyer  li navçeya Karatay a ser bi Konyayê ve û di navbera du malbatên cîran de çê bûye. Li gor agahiyên Rûdawê, her du malbat Kurd in û ji Bakurê Kurdistanê ne, ku yek ji malbatan ji Qersê û malbata din jî ji Xarpêtê ye. Sedema rûdana bûyerê ji ber cihe kaye bûye.

Yek ji kesûkarêm malbata Qerse Mehmet Acur  got: “Hemû kes dizane ku malbateke bê zerer bûn, li Qerse jî li vir jî ti caran eziyeta ciranên xwe nedikirin. Lê êrîşkar ku mamosteye ayînî u xanenîşin, dest daye keleşînkofê lê dibe ku cure çekekî din jî be, jin kuştiye û zilamê wê kuştiye û teqe li herkesî kiriye. Kesekî jê re gotiye bisekine tu çi dikî, lê gef li wan jî xwariye û gotiye ez dê te jî bikujim.”

Di bûyerê de kesekî bi navê Nurettin A ku mamosteyê ayînî bûye teqe li ciranên xwe kiriye û ji malbata Qerse Ayhan Erdermir û hevjîna wî Mahizer Erdemir kuştine. Êrişkar heman demê êrişê hêzên asayîşê jî kiriye û bi birîndarî hat destserkirin.

Parêzer Abdurrahman Karabulut ku bixwe jî serdana cihê bûyer kir, got: “Bûyer ji ber kayê çêbûye, sala borî ji dîsa alozi çêbibûn, ji hev re dibêjin kayê li ber derê min re derbas neke şer ji her çebûye, herdu malbat jî Kurd in, malbatek ji Qerse yek ji Elezîzê ye. Heta niha çi sedemên siyasî yan nijadî xûya nakin.”

Herwiha di bûyere de ji malbata Qerse Naif Erdemir û Firdevs Erdemir jî birindar bûne û rewşa Firdevs Erdemir giran e.