Nêrîna welatiyên Tirkiyê li ser 1ê Îlonê Roja Aştiyê

Stenbol (Rûdaw) - 1ê Îlonê Roja Aştiyê li Tirkiyê ji aliyê mirovên aştîxwaz û demokrat ve bi bername û çalakiyên cuda tê pêşwazîkirin.

Piraniya welatiyên Tirkiyê di wê baweriyê de ne ku li Tirkiyê pirsgirêkên herî mezin ew in ên ku pêwendî bi Kurdan re hene û her wiha qeyrana aboriyê ye. Her wiha beşekî zêde ya welatiyan daxwaza rawestandina şer û pevçûnan dikin û banga aştî û çareseriyê li aliyan dikin.

Peyamnêrê Rûdawê li Stenbolê Omer Sonmez ji xelkê wî bajarî pirsî “Li gorî te girîngiya 1ê Îlonê Roja Aştiyê çi ye? Li gorî te li Tirkiyê pirsa herî girîng çi ye ku divê aştî pêk were?”

Xwendekar Hesen Akkuş dibêje: “Jixwe divê aştî li hemû cîhanê pêk were. Divê ev wek qaîde bê cîbicihkirin û hemû mirov di nav aştî û sukûnetê de bi hev re bijîn. Bêyî cudahî bê kirin divê em karibin bi hev re xweş bijîn. Li Tirkiyê mixabin nîjadperestî gelekî zêde ye. Li Tirkiyê netewe û pêkhateyên cihê hene.Wek Elewî, Kurd, Çerkes. Her kes hevûdin cihê dibîne. Li hin cihan dema tu Kurd, Elewî an Çerkes bî rastî cudakariyê tê.”

Karker Ferhat Çelik jî got: “Li rûyê erdê şer û pevçûn gelekî zêde ne. Em mirov in lê em ji hevûdin fêm nakin. Aştî tiştekî gelekî xweş e. Divê êdî rondikên çavan raweste. Li Tirkiyê meseleya Kurd meseleya herî sereke ye. Li Tirkiyê 20 milyon Kurd hene, kes nikare wan tune bihesibîne. Divê perwerdeya bi zimanê zikmakî hebe. Ev yek wê gelek tiştên xweş li Tirkiyê zêde bike.”

Xanenişîn Ekrem Donmez jî dibêje: “Ji destpêka mirovahiyê ve em hemû xwişk û bira ne. Bila hemû sînorên li rûyê erdê rabin. Ez naxwazim li rûyê erdê sînor û têlên direhî hebin. Ger em hevûdin guhdar bikin û bihev re biaxivin wê hemû pirsgirêk û arîşe bêne çareserkirin. Bi hezkirin û guftugo ancax her tişt hell dibin.”

Karker Îdris Bazidî jî wiha axivî: “Ji bo Kurdên me yên li Tirkiyê em aştî û biratiyê dixwazin.Hêviyên me ev e, zaf pirsgirêkên me hene, girîng e ku bê çareserkirin. Em dixwazin zimanê xwe biaxivin. Erê me bi Tirkan re Tirkiyê rizgar kiriye. Lê em dixwazinzimanê me jî hebe. Ji bo zimanê me pirsgirêkeke gelekî girîng heye, nayê axaftin. Emdixwazin zimanê xwe li dadgeh û li her cihê biaxivin. Zimanê Kurdî qedexe ye. Li vir hemû zimanên wek İngilizî, Erebî, Farisî, Fransizî tên axaftin, lê zimanê me nayê axaftin û şopandin ji bo çi?”

Muzîkjen Cîhan Demîr jî got: “Di serî de divê daristanên me neyên şewitandin. Daristan ji me hemûyan re lazim in. Em li welatê xwe aramî û bextewariyê dixwazin. Em biratî û aştiyê dixwazin. Em naxwazin li welatê me tu kes bigrî. Divê hemû mijar û problem bêne axaftin. Bi riya axaftin û guftugoyê divê her tişt bê çareserkirin. Li şûna pevçûnan aştî û çareserî pêwist e. Divê em bi hev re karibin li ser maseyekê rûnên û her tiştî safî bikin.”

Li Tirkiyê pirsgirêka Kurd hêj nehatiye çareserkirin. Di navbera PKK û dewletê de şer û pevçûn berdewam dikin. Proseya Aştî û Çareseriyê di sala 2015an de qut bû.

Li Tirkiyê pirsgirêka herî mezin pirsa Kurd û qeyrana aboriyê tê dîtin. Aştîxwaz ji bo çareseriyê banga diyalog û mizakereyan dikin. Welatî ji ber şer û pevçûnan bêzar bûne. Ji bo proseyeke nû gotegot hene lê hêj pêngavek nehatiye avêtin.