Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê ya Rihayê Ayşe Surucu ji bo odeya ku zanyarê mezîn ê Kurd Mele Seîdê Kurdî lê dima bibe muze û laşê wî li kê derê ye bê lêkolînkirin pêşniyazpirsek da parlamentoya Tirkiyê.
Ayşe Surucu di derbarê pêşniyazpirsa xwe de li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand û got “Di serî de Riha, hêviya raya giştî, ew e ku Otela Îpek Palasê ya ku zanyarê îslamê yê Kurd Seîdê Kurdî lê wefat kir, bibe muzeyek. Me daxwaza di derbarê tepîtkirin cihê gorê û otêla ku li Rihayê ye bibe muze, anî rojeva parlamentoyê.”
Ayşe Surucu bi daxwaza Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay bersiv bide wiha pirs kir “Di derbarê gora Seîdê Kurdî de agahî di destê we de heye? Eger agahî tinebe hûn ê lêkolînek bikin? Hûn ê odeya otêlê ya ku Saîdî Kurdî lê wefat kiriye bikin muze? Di derbarê vê mijarê de hûn ê daxuyaniyek bidin raya giştî?”
Kürt İslam alimi Said-i Kürdi’nin vefat ettiği İpek Palas Oteli’nin müze yapılması,
— Ayşe Sürücü (@AyseSurucuUrfa) August 30, 2021
Urfa başta olmak üzere geniş bir kamuoyunun beklentisidir.
Mezar yerinin tespiti ve Urfa’da bulunan otelin müze yapılmasına ilişkin talebi Meclis gündemine taşıdık. https://t.co/FLfEEVfbuK pic.twitter.com/bG8xqL8P3K
Parlamentera HDPê di berdewamiya pêşniyazpirsa xwe de wiha got “111 roj piştî wefata Seîdê Nûrsî, gora wî ya ku li kêleka Mizgefta Dêrgayê aliyê qiblehê hatibû şikandin û bi destê dewletê laşê wî hatibû derxistin û niha ne diyar e ku li kê derê ye. Odeya Otêla Îpek Palasê ya li navenda Rihayê, ku Seîdê Nûrsî lê wefat kir, niha wekî mescîda otêlê tê bikaranîn. Li Rihayê ya ku olên cihêreng di şaristaniya xwe de daye jiyandin, lêkolîna cihê gora Seîdê Nûrsî û veguheztina odeya ku lê wefat kiri bikin muze, di aliyê civakî de dê wijdanan rihet bike. Di vî warî de, pêwîste ku lêkolînên pêwîst bên kirin û gavên pêwîst bavêjin ku bi sedsala 21an dikeve.”
Mele Seîdê Kurdî di 23ê Adara 1960an de di odeya 27 an a Otêla Îpek Palasê ya Rihayê de wefat kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse