Soylu: Emîrê DAIŞê li Tirkiyê hat girtin

01-09-2020
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, Emîrê DAIŞê yê li Tirkiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên wî welatî ve hatiye girtin.

Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê twitterê ew yek aşkere kiriye û dibêje, Emîrê DAIŞê yê li Tirkiyê bi planên giring ve hat desteserkirin û hat girtin.

Soylu nasnameya wî kesî aşkere nekiriye, herwiha behsa hûrgiliyan û çawaniya girtina wî kesî nekiriye, lê spasiya hêzên ewlehiyê yên welatê xwe kiriye.

Ajan fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê jî li ser zarê çavkaniyên wezareta navxwe ya wî welatî ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li bajarê Edeneyê kesek desteser kir û eşkere dikin ku “Emîrê DAIŞê yê Tirkiyê Mahmut Ozden” bûye ye.

Herwiha hat gotin ku ligel wî planên giring hebûn û di wan planên ku hatin desteserkirin de zanyariyên li ser cihên veşartina çekan jî hene.

Di heman demê de li bajarê Edenê yê Tirkiyê jî 5 kes bi tometa hebûna peywendiyê û endambûna di DAIŞê de hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst