Stenbol (Rûdaw) - Dayîkên Şemiyê û çalakiya wan ya li Meydana Galatasarayê berdewam e ku li Tirkiye bibe nîqaşeke sereke.
Piştî ku di hefteyê 700mîn de midaxaleyeke tund li hemberî Dayîkên Şemiyê pêk hat, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotibû ku ew ji aliyê rêxistinên terorî ve têne îstismarkirin û tawanên giran li dayîkan girtibû. Piştî daxuyaniya Soylu, hikumetê jî ew meydan li dayîkan qedexe kir.
Di hefteya 701mîn de bi tedbîrên awarte Îstiklal û Meydana Galatasarayê hate girtin. Dayîkên Şemiyê li kuçeyeke nêzikî meydanê li ber rêgiriya polîsan çalakiya xwe encam dan.
Dayîka Helîme weke her rojên şemiyê amadekariya xwe dike. Dayîka Şemiyê, ewê tevî rêbera xwe ya biçûk here cihê ku her hefte lê rûdine. Hevjînê wê Nîhat Aydogan beriya 24 salan, li Midyada Mêrdînê ji alî polîsan ve ji malê hate birin û hew tê. Dayîka Helîme tevî keç û newiyên xwe 23 sal in li dû aqûbet û hestiyên hevjînê xwe ye. Îro jî roja pirsa hestiyan e. Lê kuçeyên girtî, bendên hesinî û bi hezaran polîs li pêşiya wê ne.
Derbarê vê yekê de Dayîka Şemiyê Halîme Aydogan ji Rûdawê re wiha axifî: “Ê min bixwe zilamê min wenda bûye. Ew 24 sal in ew ji hundir derxistin birin û hew çavê min lê dikeve. Bila qe nebe hestiyên wî bidin min. Tenê daxwaza me ew e bila goristan yan hestiyan nîşanî me bidin em rojeke cejnê rojeke înê herin ser û fatîhakê ji wendahiyên xwe re bixwînin. Em tiştekî din jê naxwazin. We bir, we kuşt, hestiyên wan bidine me.”
Dayîkên Şemiyê bêyî ku pedivî bi destûreke fermî hebe, her şemî li vê meydanê, bi rûniştineke bêdeng, sûretên xizmên xwe yên wenda didan pêşiya xwe. Da kes an saziyek, qe nebe goristan an hestiyekî nîşanî wan bide. Di sala 2011an de Erdogan dema serokwezir bû ew qebûl kirin.Lê wezîr Soylû, di hefteyê 700mîn de ew weke îstismarkar û bêkêr û netuşt bi nav kirin. Herwiha di hefteyê 701mîn de jî hemû rê û durb li wan hatin girtin. Çalakî êdî qedexe ye.
Li ser heman mijarê Seroka Weqfa Mafên Mirovan Prof. Şebnem Korûr Fîncanci jî got: “Niha careke din helwesteke tund nîşan didin li hemberî dayîkan. Ew jî tê wê wateyê ku berpirs têne parastin. Tê wê maneyê ku bê cezamayîna faîlan tê cîbicîkirin. Ew ne cihê matmayînê ye. Bi vê helwestê ew dibêjin ku berpirsên wendahiyan merivên wan in û di bin parastina wan de ne.
Ji bo heman çalakiyê hejmarek malbatên wendahiyan, sazî û dezgehên mafên mirovan û hejmarek ji parlemenên CHP û HDP, tevî wan dayîkan xwestin berê xwe bidin meydana xwe. Lê piştî 35 metroyan, rê li wan hate girtin. Ew jî neçar man ku li cihê xwe rûnin û çalakiya xwe li vir encam bidin.
Parlementerê HDPê Omer Farûk Gergerlîoglû jî anî ziman: “Ew bi temamî helwesteke derveyî hiqûqê ye. Biryara ku ji bo meydana Gelatasarayê girtine ji bo vê kuçeyê jî bikar tînin. Bi tu awayî naxwazin dengê dayîkên mezlûm bête bihîstin. Ne helwesteke ku meriv qebûl bike ye.”
Çalakiya Dayîkên Şemiyê dirêjtirîn çalakiye ku li Tirkiye û cîhanê berdewam dike. Beşa mezin ji wan kurd in ku zarok, hevjîn, keç, bira û xizmên wan di salên 90î de ji aliyê hêzên dewletê ve hatine revandin û aqûbeta wan nayê zanîn. Li gorî amarên fermî rêjeya wendayan bi giştî nêzikî 18 hezar kes e. Bi hezaran dozê li ser mijarê bê encam in û heta niha tu berpirsek jî nehatiye eşkerekirin û cezakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse