Sezaî Temellî: Nehîştin ez Demirtaş bibînim

01-09-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan HDP Sezaî Temellî Selahattin Demîrtaş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, diyar kir ku di navbera wî û Hevserokê berê yê zindankirî Selahattin Demîrtaş de tu pirsgirêk nînin.

 

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî li Amedê beşdarî mitînga 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî bû. Sezaî Temellî li vir derbarê têkiliyên xwe yên ligel hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demirtaş de ji Rûdawê re axifî.


Temellî diyar kir ku heger ew bikare ji aliyên peywendîdar destûre werbigire dê li girtîgehê serdana Demîrtaş bike û got: “Ger destûr bidin min ez ê biçim serdana wî. Lê mixabin qet destûrê nadin min. Min serî li dewletê, li Wezareta Dadê da. Lê heta niha qet destûr nedane min. Ji 4ê mijdara 2016'an ve ez ji bo wî bibînim, min navê xwe di lîsteya hevdîtinê de nivîsandiye. Lê nehiştin ez wî bibînim. Ji ber vê yekê jî em bi riyên nerasterast diaxivin. Yanî bi riya parêzeran, peyaman û bi riya nameyan. Lê di demên dawiyê de weke ku di nava HDPê de pirsgirêkeke wiha hebe nîşan didin. Em vê yekê qet qebûl nakin. Di daxuyaniya xwe ya paşiyê de min ev yek gotibû. Wî jî jixwe daxuyaniya ku pêwîst dikir da.


Sezaî Temellî ji Rûdawê re diyar kir ku hin kes wisa dizanin ku di navbera wî, partiya wî HDP û Demirtaş de pirsgirêk hene lê ev ne rast in û wiha axivî:


Me jê re got heval, hevrê. Me got mirovekî baş, Demirtaş. Me kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi vî navî meşand. Di dilê me de ew hê jî wisa ye. Ez jî di dilê wî de hêj wisa ye. Lê dixwazin berê nîqaşa me bidin aliyekî din. Em tenê li ser rêbaza vê nîqaşê axivîn. Ew jî, ez jî em di heman baweriyê de ne. Bi zelalî dibêjim di nava HDP'ê de tu pirsgirêkeke wiha tune ye. Em têkoşîna xwe mil bi mil bi hev re dimeşînin. “


Beriya du heftiyan Hevserokê berê yê HDPê Demirtaş, ji Zindana Edîrneyê ji rojnameyek re axivîbû û gotibû pêwîst e HDP ji hewaya bînvedanê derkeve û çalak be. Li ser vê yekê Hevserokê niha yê HDPê Sezaî Temellî bersiva Demirtaş dabû û gotibû, rêbaza Demirtaş a rexnekirina HDP'ê xelet e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst