Tirkiyê Heyet Tehrîr Şam xist ‘Lîsteya Terorê’

01-09-2018
RÛDAW
Nîşan Heyet Tehrîr Şam Tirkiye Lîteya Terorê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê, rêxistina çekdar a bi navê Heyet Tehrîr Şam ku li Sûriyê çalakiyên xwe dike, xist “Lîsteya Terorê.”

 

Li gor Biryarnameya Serokomariya Tirkiyê ku di rojnameya fermî de hatiye belavkirin, rêxistina Heyet Tehrîr Şam a girêdayî El-Qaîde, dikeve lîsteya terorê.

 

Di biryarnameyê de ku 31ê Tebaxê hatiye derxistin, tê gotin, Heyet Tehrîr Şam tenê navê xwe guhertiya û El Nusra ya berê ye ku di lîsteya terorê de cîh digirt.

 

Ji sedî 60ê bajarê Idlibê di jêr kontrola Tehrîr Şam de ye ku niha Artêşa Sûriyê bi hevkariya Rûsyayê amadekariyan dike operasyonekê bibe ser wî bajarî û ji destê grûpên çekdar derxîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst