Hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê li Stenbolê tên xapandin

Stenbol (Rûdaw) – Hejmareke zêde ya geştiyarên ji Başûrê Kurdistanê, ji bo gerê bajarê Stenbolê hildibijêrin. Lê gelek caran jî rastê xapandin, fêl û diziyê dibin.

 

Li bajarê Stenbolê, ku li hemû cîhanê nav daye, 15 milyon şêniyên xwecîhî û 5 milyon ên demkî, bi giştî 20 milyon mirovan dihewîne. Weke her bajarekî din, li Stenbolê jî rûdawên dizî û fêlkirinê hene. Welatiyên Başurê Kurdistanê dema tên vî bajarî her çende bi cîhên kulturî û xwezayî û dîrokî kêfa xwe tînin cîh jî lê gellek caran rastî fêlên restorant û teksî û bûyerên dizîyên jî tên.

 

Xwediyê kompanyaya geştiyariyê Vesim kir di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Mêvanên me yên Başûrê Kurdistanê berî werin Stenbolê, divê otêlan û kompanyayên geştiyaran baş lêkolîn bikin da rastî bûhayên zêde nebin. Ya duyem, bi taybet xort, dema bi şevê li kolanan digerin divê agahdar bin. Ji ber ku kes hene, tên pêşiya wan dibêjin 'restoranta me yan bara me heye û xweşe û erzane û wan dixapînin. Dema dikevin hundir êdî nikarin jê derên û wextê radibin jî hezar-hezar û pênçsed dolar hesap ji wan re tê."

 

Hemwelatî gellek caran ji dizîyê û fêlên teksiyan gilidar in. Hinek teksî hene rêya bi 20 TL'yî bi 100-150 TL'yan dibe. Lewma ger derfet hebe geşta bi metro û bas û tramvayan helbijardeyek çêtir e.

 

Di cîhên qelebalix divê mirov mandîbûna xwe diyar neke. Ji ber, ku hin kes hene wan dikin armanc û di demek ku ew kesên bê taqat tenê zev dikin pere û tiştên wanên bi qîmet didizin.

 

Rêveberê Kompanyaya el-Nahreyn bo heştiyariyê Wahab Esaf jî diyar kir: “Mêvanên tên ku li Stenbolê gihiştin otelê, divê yekem car pasaportên xwe pereyên xwe yên zêde bixin qaseya odê û bi dilrehetî derkevin gera xwe bikin. 200-300 TL'yi li ba xwe bigirin bes e û zêde ye jî."

 

Li Stenbolê divê li xwaringeh û restoranan jî mêvan agahdar bin. Ji ber ku li vî bajarî xwarina kesekî ji 20 lîreyan dest pê dike û li gorî luksbûna xwe heta 100 lîreyan jî berz dibe. Lê ewên dixwazin fêlan bikin dawaya 500-600 TL'yî ji mêvanan dikin.

 

Stenbol, ji bo hemwelatiyên Başûrê Kurdistan bajarê yekem e, ku dixwazin serdanê bikin. Îsal di van mehên borî de ji Kurdistan û Iraqê 317 hezar kes serdana vî bajarî kirine.