Pisporê nexweşiyên dil e lê 37 sal in dilê wî ji ber navê wî birîndar e!

01-09-2014
RÛDAW
A+ A-


Amed (Rûdaw) – Pisporê nexweşiyên dil (kardiyolog) Cegerxwîn Polat, ku ji bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê ye, dibêje, ev 37 sal in navê wî li Tirkiyeyê qedexe ye û ji ber pîtên qedexe yên X û W navê wî di nasnameyê de “Cegerğun” tê nivîsandin lê ew êdî dixwaze vê yekê çareser bike.


Cegerxwîn Polat sala 1977an li bajarê Semsmûrê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bavê wî mamosta û yek ji damezirênerên komeleyên navdar ên Tirkiyeyê, TOB-DERê ye. Bavê Cegerxwîn ji ber ku di bin bandora tevgerên wê demê yên çep-sosyalîst bûye navên her sê zarokên xwe dike Cemgil, Algul û Cegerxwîn.


Lê ji ber ku pîtên kurdî yên X û W li Tirkiyeyê qedexe ne, navê Cegerxwîn di nasnameyê de wek “Cegerğun” tê nivîsandin û ev rewş 37 sali in wisa ye.


Piştî kûdetaya leşkerî ya 1980î, bavê Polat tê girtin ji ber wê jî malbata wî bo Enqereyê tê sirgûnkirin. Wê demê Cegerxwîn 2.5 salî bûye. Dema Cegerxwîn dest bi xwendina dike navê wî jê re dibe arîşe. Jê dipirsên “wateya navê te çiye, bi çi zimanî ye?” lê ew nikare bersiva wan pirsan bide.


Lê bavê Polat navê kurê xwe di karname û belgeyên dibistanê de wek “Ceyhun” dide nivîsandin. Bi vî awayî navê wî li malê Cegerxwîn di nasnameyê de Cegerğun û li dibistanê jî Ceyhun e.


Cegerxwîn ji Rûdawê re wiha behsa rojên xwe yên dibistanê dike: “Dema min digot navê min kurdî ye her kesî avirê xwe dida min. hinekan jî ez dikirim tirrane.”


Polat beşa nexweşiyên dil dixwîne û dibe kardiyolog lê dîsa jî serêşiya ku navê wî jê re çêkiriye pêsîra wî bernade: “Zêdebarî ku derheqê kurdiniyê de gellek tişt hatine guhertin û pêşveçûn çêbûne lê dîsa jî hinek kesan ji min re digotin ev ji kuderê hat, çiye, kiye. Beriya ku ez herim rayedarên beşan dihatin agahdarkirin û ji perestaran re dihat gotin ‘Yekî PKKyî hatiye’. Dema ez diçûm jî bêhurmetî li min dikirin. Helbet ez wek xortekî kurd bi asteke bilind gihîştibûm wê derê ji ber wê jî nedikarîn vê yekê qebûl bikin.”


Kardiyolog Cegerxwîn Polat zanîn ku ligel ku ewqasî ew tengav jî dikirin lê dîsa wî karê xwe dikir û dema serkeftinên wî didîtin vêca neçar diman qebûl bikin û wiha got: “Ji ber wê jî ez di Fakulteya Pijîşkî ya Zanîngeha Enqereyê de bûm nûnerê asîstan û ketim nav encumena rêveberiyê.”


Li gorî Polat, navê wî di hilbijartina şirîka jiyana wî de jî rolek girîng lîstiye û wiha axivî: “Hevjîna min jî kurdeke Dêrsimê ye. Navê wê Rodî ye. Helbet navê wê bû sedema nêzîkbûna min û wê. Navê min ne tenê di zewaca min de lê di hemû warên jiyama min de rolek girîng lîstiye.”


Cegerxwîn Polat bavê du zarokan e û navên wan jî kurdî ne: Arîn û Dîcran.


Wî pijîşkê kurd anî ziman ku ji ber navê wî gellek nexweş ji Dihok û Zaxoyê diçin ba wî û wiha got: “Dema temenê min ji 30 borî min fêda navê xwe dît. Navê min nexweşan dikşîne aliyê min, ev jî min pir zêde kêfxweşî dike.”


Polat da zanîn ku dê di demeke nêzîk de serdana cihên pêwendîdar bike bo rastkirina navê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst