Bulent Arinç bû berpirsê ”Pêvajoya Çareseriyê”

 

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç li şûna Beşîr Atalay bû berpirsê karûbarên “pêvajoya çareseriyê”.

 

Piştî ku 62emîn hikûmeta Tirkiyeyê ji aliyê Serokwezîr Ahmet Davûtoglu ve hat damezirandin, parvekirina erk û wezîfeyên wezîran jî kifş bû.

 

Di kabîneya nû de, piştî ku Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Beşîr Atalay ji kabîneyê derket li şûna wî Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç bû berpirsê karûbarên pêvajoya çareseriyê.

 

Bulent Arinç ev yek piştrast kir û ragihand, di parvekirina erkan de Sekreteriya Giştî ya Encumena Asayişa Millî (MGK), Diyanet, MÎT û TOKÎ bi Serokwezîr Davûtoglu ve hatin girêdan û TRT jî dê ji aliyê Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan ve were birêvebirin.

 

Arinç da zanîn, 6ê vê mehê Encumena Wezîran dê ji parlamentoyê dengê baweriyê bistîne û dest bi kar bibe.