ENQERE – Polîsan şkence li 3 zarokên Kurd kir!

Enqere (Rûdaw) - Li Taxa Huseyin Gaziyê ya Enqereyê polîsan şkence li 3 zarokên Kurd kir.

Li gorî agahiyên ku gihiştine Rudawê, 30ê vê mehê zarokên bi navê Muhammed û Alî Metîn bi seyareya bavê xwe derketine geryanê.

Piştî demekê polis wan dibînin û dixwazin seyareyê bisekinîn lê ji ber ku ehliyeta wan a ajotinê nîne ditirsin û direvin.

Polîs jî bi motorsiklêt û seyareyên xwe dixwazin seyareya wan bigirin û guleyan li seyareya wan direşînin.

Guleyeke polîsan li cama seyareyê dikeve.

“Gule berdan me”

Muhammed Metînê ku dema buyerê de seyare diajot ji Rudawê re wiha behsa bûyerê kir:

“Min û birayê xwe Elî me xwest em bi seyareya bavê xwe li nava taxa xwe hinekî bigerin.

Em hinekî ji malê dûr ketin, me polîs ditîn wan xwest me bisekînin ji ber ku ehlîyeta me nebû em tirsiyan û em revîyan.

Polîs ketin dû me, wan destpêkê kevirek li cama seyareya me xist dû re gule berdan me û guleyek di pişta guhê min re derbas bû.

Em reviyane mala xwe û em hatin ber deriyê malê, polîsan li wir em girtin.

“Polîsan li me xist”

Wan li min û birayê min Elî û li birayê min ê biçûk Hemze xist.

Ez 17 salî me, Elî 16 salî ye û Hemze 6 salî ye.

Polîsan li me xist, nêzîkî 20 polîs hatine ber deriyê me, ez kelemçe kirim û ez birim navenda asayîşê wan li wir jî şkence li min kir.”

Zarokên ku şkence li wan hatiye kirin, serî li Komeleya Mafên Mirovan da û ji saziyên mafê mirovan daxwaza alîkariyê dikin.