Li Gever û Îzmîrê 14 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 8 ciwan û li Îzmîrê jî 6 kes hatin desteserkirin.

Şeva borî gelek polîs li tax û kolanên Geverê belav bûn û nasnameyên xelkê kontrol kirin.

Polîsan li Taxa Kişlayê ya Geverê piştî ku li nasnameyên wan pirsîn 8 ciwan desteser kirin û birin cihekî nediyar.

“Zarokên we ne li vê derê ne”

Malbat û parêzeran li qereqola polîsan li aqûbeta wan ciwanan pirsî lê ji wan re hat gotin, “Zarokên we ne li vê derê ne.”

Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê jî doh êvarî polîsan bi ser çend navnîşanan de girt.

Polîsan Hevseroka Komeleya Kesûkarên Girtiyan a Egeyê (EGE TUHAYDER) Nîlay Guleser, Dayika Aştiyê Hanim Sever û Sureyya Gumuş, Halime Badur, Dîlaver Keklîk û Ramazan Yavuz desteser kirin.

6 kesên ku sedema desteserkirina wan nehat eşkerekirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Îzmîrê.