Hinardekirina zeyta zeytûnan heta sê mehan hat qedexekirin

01-08-2023
RÛDAW
Nîşan Zeyta Zeytûnan Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hinardekirina zeyta zeytûnan a ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta sê mehan hat qedexekirin.

Biryar ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ve bi sedema ku li welatên din berhema zeytûnan îsal nebaş bûye û hinardekirina zeyta zeytûnan dê li bazarên navxwe bibe sedama bihabûnê hatiye dayîn.

Li gor zanyariyan Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê, Saziya Yekîtiya Hinardeyê agahdar kiriye ku ji 1ê Tebaxê heta 1ê Çiriya Paşîn hinardekirina zeyta zeytûnan hate qedexekirin.

Wezaretê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gor Konseya Navdewletî ya Zeytûnan ji ber hişkesaliya îsal a li Ewropayê û cîhanê berhemanîna zeyta zeytûnan kêm bûye.

Berhemanîna zeyta zeytûnan li seranserî cîhanê kêm bûye

Wezaretê herwiha destnîşan kir ku di serî de li Spanya û Îtalyayê û li hemû cîhanê berhemanîna zeyta zeytûnan di serdema 2022-2023ê de ji sedî 20 kêm bûye lê li Tirkiyeyê ji sedî 62 zêde bûye.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku zêdebûna bilez a hinardeya zeyta zeytûnan li bazarên navxwe bandoreke berçav li nirxê wê berhemê kiriye û zeyta zeytûnan gelekî biha bûye.

Hinardekirina zeyta zeytûnan ji 1ê Tebaxê heta 1ê Çiriya Paşîn tê ragirtin

Ji ber vê yekê jî Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê biryar daye ku hinardekirina zeyta zeytûnan ji 1ê Tebaxê heta 1ê Çiriya Paşîn bê ragirtin.

Li gor amarên fermî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berhemanîna zeytûnan sala 2022an li gor sala 2021ê bi rêjeya ji sedî 71 zêde bûye û sala 2021ê 2 milyon û 976 hezar û 654 ton zeytûn hatine berhemanîn.

Herwiha di sala 2022an berhemanîna zeyta zeytûnan bi rêjeya ji sedî 79 zêde bûye.

Hejmara darên zeytûnan zêde bûye

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara darên zeytûnan jî her sal zêde dibe.

Li gor amarên Wezarata Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê di 20 salên dawî de hejmara darên zeytûnan ji 99 milyon daran ji bo 189 milyon daran zêde bûye.

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di berhemanîna zeytûnan de li seranserî cîhanê piştî Spanya, Îtalya û Fasê di rêza 4emîn de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst