KONYA – Bi pileya 5an erd hejiya!

Hewlêr (Rûdaw) - Li Konyayê bi pileya 5an erd hejiya.

Li gorî agahiya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), li navçeya Selçukê ya bajarê Konyayê yê Tirkiyeyê saet 18.06an bi mezinahiya 5 pileyan erd hejiya.

Li gorî AFADê erdhej 7,24 kîlomêtreyan di binê erdê de çêbû.

Piştî erdhejê li ser hesabê Twitterê yê Parêzgariya Konyayê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin:

"Li navçeya me ya Selçukê saet 18.06an bi mezinahiya 5,0 pileyan erdhej çêbû, heta niha ti agahiyên neyînî nînin."