Stenbol bûye navenda madeyên hişbir: 29 hezar kes hatine desteserkirin

01-08-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Madeyên Hişbir Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ragihand ku sala 2023an polîsan 24 hezar û 539 operasyonên narkotîkê kirine û wan dest danîye ser 8 ton û nîv madeyên hişbir û zêdeyî 2 milyon û 500 hezar hebên hişbir.

Parêzgariya Stenbolê, encama operasyonên madeyên hişbir ên Şaxa Tawanên Narkotîk a Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê yên di navbera 1ê Kanûna Paşîn û 1ê Tebaxa 2023an de eşkere kir.

Di 7 mehên destpêkê yên sala 2023an de li tevahiya parêzgeha Stenbolê 24 hezar û 539 operasyon hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê di van operasyonan de 8 ton û nîv madeyên hişbir û zêdeyî 2 milyon û 500 hezar hebên hişbir hatine girtin.

Di operasyonan de 29 hezar û 596 kes hatine desteserkirin û ji wan 3 hezar û 251 kes hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst