HDPyê ji bo Doza Kobaniyê bang kir: 'Beşdar bibin!'

01-08-2023
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê HDP Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 53yemîn rûniştina Doza Kobaniyê îro li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê bi rê ve diçe.

HDPyê bang li saziyên sivîl û rêxistinên hiqûqî kir û xwest ew beşdarî dozê bibin.

53yemîn rûniştina Doza Kobaniyê îro demjimêr 09.30an li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kir û hevserokên berê yên HDPyê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav de bi tevahî 108 kes tên darizandin.

HDPyê ragihand ku mafê parastinê yê kesên tên darizandin tê astengkirin û rêvebir, parlamenter û endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDPyê beşdarî rûniştina dozê dibin.

HDPyê bal kişanda ser gefên li dijî rêveberiya partiyê got:

“Berî hilbijartinan bêyî ku hinek kesên girtî parastina xwe bikin ji dozger hate xwestin ku nêrîna xwe (mutalaa) amade bike. Di rûniştina dawî de tevî mutalaaya 5 hezar 268 rûpelan daxwaza dema pêwîst bo parastinê ya parêzer û girtiyan nehat qebûlkirin û di dema betlaneya dadî de roja rûniştina dadgehê hat diyarkirin.

"Hema bêje hemû saziyên dewletê bûne aliyekî vê dozê"

Hema bêje hemû saziyên dewletê bûne aliyekî vê dozê û şanda dadgehê mafê parastinê yê hevalên me asteng dike. Herwiha rê dide daxuyaniyên gefê yên li dijî reveberên me.”

HDPyê bang li rêxistinên hiqûqî, baro, rêxistinên civaka sivîl û raya giştî ya demokratîk kir ku beşdarî dozê bibin û helwesteke demokratîk nîşan bidin. 

Bûyerên Kobaniyê

Protestoyên Kobaniyê ku wek bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn jî tên binavkirin, 6-8ê Çiriya Pêşîn a 2014an ji aliyê HDPyê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin.

Armanc ew bû dorpêça li ser Kobaniyê bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li ser sînor bê vekirin û veguhastina çekên ku bi rêya sînorên Tirkiyeyê ji bo DAIŞê tên şandin were rawestandin.

Li gorî rapora Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Çiriya Pêşîn a 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabû, 682 kes birîndar bûbûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin.

Herwiha li gorî amarên ajansa fermî ya Tirkiyeyê yên wê demê zerar gehiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst