Li Tirkiyeyê di 7 mehan de 1200 kes hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Weqfa Umutê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 7 mehên dawî de hezar û 938 êrîşên çekdarî pêk hatine û hezar û 200 kes hatine kuştin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, êrîşên bi çekan û bi kêran zêde bûne.

Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, sala 2022an 69 hezar û 892 kes ji ber bikaranîna çek û kêran hatine darizandin.

Sala 2018an 58 hezar û 269 kes ji ber yasaya çek û kêran hatibûn darizandin. Sala 2019an 60 hezar û 764 kes hatibûn darizandin.

Sala 2020an ji ber Coronayê ev hejmar heta 35 hezar û 581 kesan daketibû.

Sala 2021ê 67 hezar û 69 kes ji ber ku li dijî yasaya bikaranîna çek û kêran tevgeriyane hatibûn darizandin.

Herwiha ji 298 hezar û 952 girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 47 hezar û 263 kesan ji ber “kuştina biqest” ceza wergirtiye.

Hejmara çekên biruxset zêde bûye

Sala 2021ê li herêmên bejahî yên di bin kontrola cendirmeyan de hejmara çekên biruxset jî zêde bû û gihişte 26 hezar û 985 çekan. 

Li herêmên cendirmeyan bûyerên asayîşê jî sedî 10 zêde bûne.

Herwiha, li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê di nav salekê de 280 hezar ruxsetên çekan hatine dayîn.

Li gorî rapora Weqfa Umutê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 7 mehên dawî de hezar û 938 êrîşên çekdarî pêk hatine û di van bûyeran de hezar û 200 kes hatine kuştin û hezar û 960 kes jî birîndar bûne.