Partiyên opozîsyona Tirkiyê nekarîn parlamentoyê kom bike

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarê (CHP) û hevpeymanên wê hemû partiyên siyasî yên Tirkiyê  ji bo mijara tûndûtîjiyê vexwendibûn lê nekarîbûn hejmara pêwîst kombikin û parlamento neciviya.

CHP, IYI Partî û partiyên hevpeymanê 1ê Tebaxa 2022ê bi armanca sazkirina civîna awarte li parlamentoya Tirkiyê amade bûn. Lê HDP, AKP û MHP beşdar nebû. Ji ber vê yekê jî hejmara pêwîst çênebû û nikarîbûn rûniştina awarte ya parlamentoyê bidin destpêkirin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: “Ya vê pirsgirêkê çareser bike Parlamento ye. Ji bo rêgirtin û pêşîgirtina bûyerên bi êş me bang li parlamentoyê kir. Wek CHP, IYI Partî û Partiya Demokratîk hevalên me li vê derê bûn. Me hemûyan erka xwe anî cih lê 2 partiyên ku parlamento bêerk kirin AKP û MHP nehatin. Ji ber vê yekê ji niha û şûnde berpirsên bûyerên nerênî ew in.”

Ev di demekê de ye ku hefteya borî CHPê bo partiyên siyasî ên opozisyonê û desthilatê banga beşdarbûna civînê kiribû ku rewşa karmendên tendirustiyê gotûbêj bikin. Lê Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş beriya çend rojan di civîneke partiya xwe de gotibû: “Helwêsta me ya li beramber tûndûtîjiya di tendirustiyê de zelal e. Divê hemû partî li ser yasayekê li hev bikin. Diviyabû derbarê yasayê de CHPê ligel me gotûbêjek pêk anîba. Ji ber ku ev yek li ber çav negirt em vê daxwazê red dikin. Di civîna 1-8-2022ê amade nabin.”

Herwiha Serokwekîlê Grupa AKPê Mahir Unal jî bi heman şêwazî li civîneke rojnamevaniyê de diyar kiribû ku ew wek AKPê di civîna awarte ya li parlamentoya Tirkiyê amade nabin.