Komîsyona Hevbeş derbarê Salihe Aydeniz de biryar da

01-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîsyona Hevbeş a Parlamentoya Tirkiyê Yusuf Beyazit ragihand ku raporta xwe ya derbarê rakirina parêzbendiya Parlamentera DBPê ya Amedê Salihe Aydeniz de bo Lijneya Giştî şandine.

Serokê Komîsyona Hevbeş ku ji endamên Komîsyona Dadwerî û Destûra Bingehîn pêk tê, Yusuf Beyazit derbarê biryara komîsyonê de daxuyaniyek belav kir.

Beyazit di daxuyaniyê de dibêje di komîsyonê de wan 5 dosyeyên cûda ên derbarê parlamentera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Salihe Aydeniz de gotûbêj kirine û biryar dane ku parêzbendiya parlamenteriya dê bê rakirin û raporta komîsyonê ligel nêrînên HDPê û CHPê bo rojeva Lijneya Giştî pêşkêş kirine.

Piştî vê biryarê raporta komîsyonê dê Cotmeha 2022ê li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê bê gotûbêjkirin û biryara herî dawî bê dayîn.

Roja 12ê Hezîranê meşek bi serpereştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê wek nerazîbûnekê li beramber tecrîda ser Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan hatibû sazkirin. Di çalakiyê de çend caran alozî di navbera parlamenterên HDPê û polîsan de derketibû û di nav aloziyê de şerê Saliha Aydeniz û polîsekî çêbû. Ev jî bûbû sedema nerazîbûnê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst