Akar: Peyama sersaxiyê ya Amerîkayê bo YPGê bê aqilî ye

01-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hulusi Akar YPG Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, “Ti ferqa PKKê û YPGê tine ye û diyar kir, “Peyama sersaxiyê ya Amerîkayê bo YPGê bê aqilî ye.”

Hulusî Akar, îro di bernameyeke televîzyonî de ragihand, ew dê operasyonên xwe li bakurê Sûriyê berdewam bikin û operasyonên wan ne tenê bo Tirkiyê lê belê bo ewlehiya Ewropa û NATOyê jî girîng in.

Akar tekezî li ser helwêsta Tirkiyê ya derbarê têkiliya PKKê û YPGê de kir û diyar kir, “Ti ferqa PKKê û YPGê nîne.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê derbarê peyama sersaxiyê ya Amerîkayê ya ji bo Cîgirê Fermandarê Giştî yê HSDê ku di êrîşeke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da, ragihand: “Bi rastî peyama sersaxiyê bêaqilî ye, ti penaseyeke wê tine ye. Peyama sersaxiyê ya hevpeymanê me yê stratejîk Amerîkayê ya derbarê YPGê de ku PKK bi xwe ye û Tirkiye bi salan e tekoşînê li dijî wê dimeşîne, eger di rojên pêş de bê bîra wan dê hevpeymanên me yên Amerîkî xemgîn bibin. Dê bizanibin ku xeletiyeke mezin kirine.”

Akar derbarê êrîşa Zaxoyê de jî axivî û got: “Ji bo wan birayên Îraqî ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane, daxwazê ji Xwedê dikim ku wan efû bike, sersaxiyê li kesûkarên wan dikim, sersaxiyê li Hikûmeta Iraqê û dost û birayên me dikim. Birîndar hene û hêviya başbûnê ji bo wan dixwazim, em bi rêya birayên xwe li navçeyê dirêjiyê bi diyalogê li gel birayên xwe yên Iraqî didin û ji wan re dibêjim, em ji bo pêşkêşkirina hemû core alîkariyeke pizîşkî amade ne.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê amaje bi wê yekê jî kir, ku ew amade ne derbarê êrîşê de lêkolînek were kirin. Akar got, “Me ji wan re got, ji bo eşkerekirina rastiyan amade ne hevahengiyê bikin. Lê piştî wê bûyerê êrîşî konsulxaneya me li Mûsilê hate kirin û wê yekê diyar kir, ku kê karî berê xwe bide armancên sivîl, kê bi awayekî ne exlaqî dikare kesên sivîl û bêçek û bêtawan bike armanc. Pêwîst e hemû kes bizane li Zaxo çi rûda. Ew ne tenê asayişa sînorên Tirkiyê û gelê wê, lê asayişa birayên me yên Iraqî misoger dike. Pêwîst e hemû kes wê bibînin.”

Hulusî Akar destnîşan kir, ku ew dixwazin li dijî terorê bi Iraqê re hevahengiyê bikin û got, “Di dawiyê de ji bo rizgarbûna ji belaya terorê, me ji birayên xwe yên Îraqî re got, em amade ne hevahengiyê bikin. Piştî bûyerê jî me got û em bi berdewamî vê yekê dibêjin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst