Karvedanên li ser kuştina bikom a malbata Kurd

Hewlêr (Rûdaw) - Yaşar Dedeoglu, hêj cil û bergên bixwîn ên êrîşa berê wek belge nebiribûn dadgehê, Îna borî careke din ket ber êrîşê û bêrehmane ligel 6 endamên din ên malbata xwe li Konyaya Tirkiyê bikom hatin kuştin.

Yaşar Dedeoglu berî niha 12ê Gulana îsal ket ber êrîşa grûpeke 50-60 kesî ya Tirk û ew û 6 endamên malbata wî bi tundî birîndar bûn. Derencam hewldana wê malbata Kurd bo dadweriyê bibînin, bi komkujiyê bi dawî bû.

Yaşar Dedeoglu, Welatî, gotibû, “Şeva Cejnê xwe veşartibûn, 50-60 kesî, digotin, `hûn Kurd in, em ulkucu ne em dê we ji vir rakin.”

Dîmenê wê kêliya êrîşê ku bi kameraya çavdêriyê hatiye girtin jî belav bû. Êrîşker li hewşa mala wê malbata Kurd e. Piştî çend kêliyan bi demançeya di destê xwe de malbata Kurd bikom dikuje.

Ev jî nerazîbûna xelkê ye li Meydana Taksîmê ya Stenbolê, ji xeynî Stenbolê li çendîn bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wek nerazîbûnekê xwepêşandan hatin kirin bo şermezarkirina êrîş û bikom kuştina wê malbata Kurd li Konyayê.

Sê roj di ser bûyerê re derbas bûne, lê hê jî ev komkujî di rojeva siyasetmedar û xelkê wî welatî de maye. Bikom kuştina wê malbata Kurd ji ber Kurdbûnê yan pirsgirêka civakî; xaleke serekî ye ku axaftin li ser tê kirin.

Abdulhamit Gul, Wezîrê Dadê yê Tirkiyê, dibêje, “Serdozgeriya Komarî ji hemû aliyan ve lêkolînê dike û belgeyên bedrest dinirxîne. Li gor lêkolînên destpêkê wiha derdikeve ku bûyer li ser bingehê nîjadperestî nehatiye kirin û ev bo raya giştî eşkere kir.”

Dozgeriya Giştî ya Konyayê bêyî amaje bi navê wan bide, desteserkirina 13 gumanbaran ji ber êrîşa Konyayê ragihandiye. Îddîa heye bikuj kesekî bi navê Mehmet Altun e. Parêzerên qurbaniyan gazinan ji wê yekê dikin ku Dozgeriya Giştî ya Konyayê ti zanyarî derbarê nasnameya bikuj de nedane wan, lê dibêjin, hevjîn, dayîk û bavê Mehmet Altun di çarçoveya lêkolînan de hatine desteserkirin.