Komîsyona Mafên Mirov a Parlamentoya Tirkiyê seredana xwe ya bo Konya hilweşand

01-08-2021
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Mafên Mirov a Parlamentoya Tirkiyê Konya Malbata Dedeogullari
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Mafên Mirov a Parlamentoya Tirkiyê bi hinceta “rewş ne guncav e” serdana xwe ya bo bajarê Konyayê ku 7 kesên ji malbateke Kurd lê bikom hatibûn kuştin betal kir. HDP jî dibêje: "Eger Komîsyon neçe Konyayê ku mafê jiyanê bi awayek cidî ji holê hatiye rakirin, em nikarin bibêjin tu fonksyonekê wê heye."

Komîsyona Mafên Mirov a Parlamentoya Tirkiyê doh li endamên xwe geriya bû û ji wan re gotibû ew dê 2ê Tebaxê serdana  navçeya Meram ser bi parêzgeha Konyayê bikin, ku 7 kesên ji heman malbata Kurd di encama êrîşekê de lê bikom hatibûn kuştin.

Wê Komîsyonê doh piştî merasîma veşartina wan 7 welatiyên Kurd, ragihand ku wê serdana xwe betal kiriye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê jî derbarê vê yekê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya HDPê hatiye belavkirin, tê gotin ku ew serdan bi hinceta “rewş ne guncav e” hatiye betal kirin. 

HDP amaje bi wê yekê dide ku wan gelek serlêdan di warên cuda de bo komîsyonê kirine lê komîsyona navbirî her tim bersivên nerênî dane wan û dibêje: “Ev yekem car bû wê komîsyonê li ser beşdarbûna serdaneke ku partiya me jî di nav de ye, em agahdar kirine.”

HDP diyar dike ku piştî merasîma cenazeyan û lêkolînên AKPyiyan li navçeyê, serdan hatiye betal kirin û dibêje: "Serokatiya Komîsyonê li endamên me geriya ye û ji wan re gotiye ew serdan ji ber ku “rewş ne guncav e” hatiye betal kirin.”

Wekîla Fraksyona HDPê Meral Danış Beştaş jî derbarê betalkirina wê serdanê de daxuyaniyek belav kir û got: "Ji doh ve bi propagandeyan hewl tê dayîn bûyer wek “dijmindarî” bê nîşandan. Lê axaftinên kesûkarên malbatê û agahiyên wan bi awayekî vekirî derxist holê ku ev êrîş li ser bingeheke nijatperestî dijî kurdan hatiye kirin.”

Beştaş tekez kir ku komîsyonê di vê çarçoveyê de nirxandinên xwe kirine û got: "Li wir lêkolînek kirin û dîtin ku eger ew biçin ew dê neçar bibin vê li raporê binivîsin û ji ber vê yekê serdana xwe betal kirine.”

Herî dawî Beştaş bibîr xist ku erkê serekî yê Komîsyona Mafên Mirov ew e binpêkirinên mafan li cihê xwe destnîşan bike û saziyan agahdar bike û got: "Lê Komîsyona Mafên Mirov, bi tu awayî erkê xwe bi cih neaniye. Eger Komîsyon neçe Konyayê ku mafê jiyanê bi awayekî ciddî ji holê hatiye rakirin, em nikarin bibêjin ti fonksyoneke wê heye.”

Komîsyona Mafên Mirov a Parlamentoya Tirkiyê sala 1990ê hatiye damezrandin. Erkê vê komîsyonê ew e ku binpêkirinên dijî mafên her mirovekî lêkolîn bike û eger pêwîst kir agahiyên van lêkolînan û serlêdanên welatiyan bighîne aliyên peywendîdar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst